Laz
![]() | |
Gelhe tevahî | |
---|---|
~ 500.000 - 1.000.000 [1] | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
![]() | 500.000 - 1.000.000 [1] |
![]() | 22.000 [2] |
Ziman | |
Lazî, Gurcî, Tirkî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Sunî) û Ortodoks (li Gurcistanê) |
Laz (bi lazî:ლაზი) navê gelekî/neteweyekî ye. Ji welatê wan re Lazîstan tê gotin. Ew bi xwe ji welatê xwe re Lazona û ji zimanê xwe re jî Lazûrî dibêjin. Neteweyekî otantîk e.
Li perên Derya Reş û li hin komarên berê yên YKSS dijîn. Neteweya Laz Qefkasî ye. Zimanê Lazan ango Lazî yek ji zimanên Qefqasî ye û nêzîkî zimanê Gurcî ye.
Li Tirkiyê pirsgirêkên vê gelî gelek in. Dûgela Tirk wekî Kurd û netweyên din hebûna Lazan jî înkar dike û polîtikaya pişavtinê dimeşîne. Pirraniya Lazan êdî nikarin bi zimanê zikmakî biaxivin. Ziman û çanda Lazan di bin xetereyê de ye, li ber windabûnê ye.
Ji bo Lazan dibêjin "Kurdên deryadîtî" û hin karekterên Lazan û Kurdan dişibînin hevûdu. Di çanda devkî ya Kurdan de jî navê Lazan pirr derbasdibe. Laz di çanda Kurdî de wekî "gelê cîran, merd, wekî Kurdan, wêrek, zîrek hwd" tên nirxandin. Di nava gelê Kurd û Laz de dostaniyeke pirr kûr hebû. Mixabin dûgela Tirk herêma Derya Reş bi pirranî assîmîle kir û bi hestên vê gelê leyîst. Laz di kûltûra Tirkan de pirr neyînî cihdigire. Tirk bi Lazan qerfê (henekê) xwe dikin, wan wekî kêmhiş didin nîşandan. Hemî pêkenokên Tirkan li ser vê gelê bindest in.
Di straneke dengbêjiyê de Laz[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
... Hêviya me li jor bi Xwedê ma
|
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ a b Hewsen, Robert H. "Laz - Orientation". World Culture Encyclopedia.
The census of 1945 cited 46,987 Laz speakers but did not count Turkish-speaking Laz and is certainly an undercount. The Soviet census of 1926—the last one in which the Laz are mentioned—listed 643 ethnic Laz in Ajaria and 730 Laz speakers. Catford (1970) estimated the total number of Laz at about 50,000, but there is no question that they are gradually becoming assimilated to the Turkish population at large.
- ↑ "Laz". Ethnologue.