Keşe Brown

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bergê "The Wisdom of Father Brown"

Keşe Brown (bi îngilîzî: Father Brown) keşeyekî romayî-katolîkî û aşopî ye ku di navbera salên 1910 û 1936 di 53 kurteçîrokan de weşandî bûn û ji aliyê nivîskarê îngilîz Gilbert Keith Chesterton ve hatibûn nivîsandin. Keşe Brown bi pejn û têgeheştina xwe ya mezin sir û tawanan çareser dike. Kesê Keşe Brown hinek li ser keşeyê John O'Connor binyatkirî ye û ku bandorekî mezin dilîst ji ber ku Chesterton guherand di xaçxaneya katolîktiyê.

Karakter[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Chesterton keşe Brown wekî keşeyekî katolîk ê romayî yê kurt , bi kincên bêform, sîwanekî mezin, û nêrînek nediyar a li ser xirabiya mirovan diyar dike. Di kurteçîroka "The Head of Caesar" de ew berê keşeyê Cobhole li Essex bû, û naha li Londonê dixebite". Ew di çîroka "The Cross Blue" ku di sala 1910an de hatî çapandin cara yekem tê xuyandin ku pênc cilt bi pêncî kurteçîrok de didomîne. Du çîrokên din jî piştî paşîn hatibûn vedîtin û weşandin, ku pir caran ji hêla tawankarê nûsazkirî M. Hercule Flambeau ve hatin piştgirî kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]