Kelê, Farqîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gundê Kelê li ser Farqînê ye. 12 km dûrî Farqînê ye. Li başûrê gund, gundê Sora heye. Li bakurê gund, gundê Mala Badê heye. Li rojhilatê gund, gundê Başimtê heye. Li rojavayê gund, gundê Dêrûnê heye.

Li alî rastê papûra Farqîn û Bidlîsê dikeve. Kelê gundê malbata axa ye. 80 malbat di gund de dijîn. Nîvê gundiyan xwedîerd in. Nîvê gundiyan bê erd in. Gundê deşt û çiya ye. Erdê herî hindik 10 elb di destê gundiyan de heye. Gundî cotkariyê dikin. Titûnê datînin. Pemû û gilgil diajon. Pez û dewaran xwedî dikin. Baxçeyên gelek malbatan hene. Ava gund heye. Elektrîk û dibistan û mizgefta gund hene. Têlefon li gund heye. Dan û standina gundiyan bi Farqînê re ye. Gundî tev kurmanc in. Keyatî li gund e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hîlmî Akyol: Kelê Girêdana arşîvê 2008-12-02 li ser Wayback Machine 20.10.08