Bidlîs

Bidlîs
Bitlis
Bidlîs
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bidlîs (parêzgeh)
Serbajar Bidlîs

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara gundan 74 gund

Gelhe (2008) 60.996[1] kes
Rûerd 1.128 km2
Berbelavî 54,1 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 41.404 kes
Koordînat 38°24′4″Bk 42°6′26″Rh / 38.40111°Bk 42.10722°Rh / 38.40111; 42.10722
Bilindayî 1.500 m
Koda postayê 13xxx
Koda telefonê (+90) 434
Bidlîs li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Bidlîs
Bidlîs
Bidlîs (Bakurê Kurdistanê)
Bidlîs li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Bidlîs
Bidlîs
Bidlîs (Bidlîs)
Bêdlîs 2014
Kurdekê ji Bedlîsê, 1852

Bidlîs an Bilîs (carina weke Bedlîs jî tê nivîsandin) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye. Bidlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih digre û di sînorê Agiriyê de ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek bad- lis hatiye danîn. Piştre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhartin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe[çavkanî hewce ye].

Li gorî hin jêderkên din jî, navê Bidlîsê ewil 'Bêtirs' bûye[çavkanî hewce ye]. Bi kurdî tê wateya lehengî û bêtirsî. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bidlîs.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dever de herî pirr titûn şîn dibe. Ji bilî viya Bidlîs bi bexçê meyweyan û ji alî dexl (zad) de gellek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e.

Dîroka dever, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000ê. Xerakirina mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî Asûriyan pêk hatiye. Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bikar dianiyan, ji vê kargeriyê re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13an de piştê helweşîna Mîtaniyan, di sedsala 12an de ya Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî Tûşpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine. Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin Aryan, di sedsala 7an de li Îrana Rojava, bi Medan re digihîjin hev. Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta Behra Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.

Di sedsala 6an de Persiyan wek derb, tên ser artêşa Med. Her çiqas bikevin nêvenda rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya zayinê, di sala 333an de artêşên Persan bi cenga Îssas ji alî Keyê Makedonyayê Skender têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên Romayê du car êrîşê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.

Zanînên li ser dîroka Bidlîsê, bi taybetî di pirtûka Şerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor vê pirtûkê jî di wê demê de, di vî herêmê de 25 eşîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wê demê hukumdarê Gurcî, Tadît li herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên vî hukumdarî dikin û kelê û bajar bidest dixin. Van 25 eşîrên ku eşîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan hatine binavkirin, navên wan ev in: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeri, Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Geuwri-Gewrek, Bireşan, Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan, Zerdûsan, Endakiyan, Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan[çavkanî hewce ye].

Li dûv vê hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêmê, lê pirr na mînin. Di sedsala 11ê de dagera tirkmenên bi navê Selcûqiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela Merwanî ya Kurd de ye, di sedsala 13an de rûqalê dagira Moxolan tê. Piştê van dageriyan Bidlîs di nav Împeratoriya Eyûban de dimîne. Bidlîs piştê dagera Tîmûr jî derbas dike êdî di bin birêvebirina Şerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.

Di dema Hz. Umer de Bidlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe misliman. Bidlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebasiyan, Merwaniyan de jî maye û di sala 1537an de bûye bajarê Osmaniyan. Di sedsala 16ê de Bidlîs bi tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894an ji alî Şerefxaniyan tê birêvebirin. Di sala 1915an de bi dagîriya Rûsan rû bi rû tê. Ev dagîrî di Bidlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916an de bi saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bidlîs ji dagîriya Rûsan xelas dibe. Lê her çiqas ji dagîriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e. Lewra rûqalê gelek dagîriyan hatiye û gelek wendabûnên wê hene. Berê gelhê Bidlîsê qasê 60 hezaran e, piştê van talanan, bi taybetî piştê dagirkeriya Rûsan hejmara gelhe dikeve hejmarên hezarê. Di sala 1929an de Bidlîs dibe navçeya Mûşê, lê di sala 1936an de dîsa dibe bajar.

Bi taybetî jî Bidlîs; ji alî hunermendiyê gelek pêş ve çûye. Di sedsalên 17, 18, û 19an de bûye navenda çand û hunermendiyê. Her çiqas ji gelek talanan derbas bibe jî, ji vê taybetiya xwe tiştek wenda nekiriye. Bi sedsalan avahiyên Bidlîsê; mizgeft, tirbe, serşok, mescîd, xan û bi gelek avahiyên xwe bal kişandiye.

Navçeyên Bidlîsê: Elcewaz, Xelat, Çuxûr (Norşîn), Xîzan, Motkî û Tetwan in.

Mizgeftên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mizgeftên li Bidlîsê ev in: Mizgefta Mezin, Mizgefta Gokmeydan, Mizgefta Kizil, Mizgefta Şerefiye berhemên girîng ên mirov divê bibînin in. Mizgeftên dinên jî vana ne: Dortsandik, Ayne'l Bedrîd, Şêx Hesen, Alemdar, Kûreyşî, Taş, Xatûniye û Mizgefta Kalealti.

Avgermên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li navend û dora Bedlîsê gelek avgerm hene û vana li ser xêza fay in. Ji vana hinek navê wan wusa nin: Guroymak[çavkanî hewce ye], Ilicak[çavkanî hewce ye], Çiyayê Nemrûd, Alemdar, Koprualti[çavkanî hewce ye], Çîm Colmugu[çavkanî hewce ye], Pira Ereb, Yilan Dîrîlten[çavkanî hewce ye], Aci Sû[çavkanî hewce ye].

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Kelehên parêzgeha Bidlîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1- Bidlîs 2- Elcewaz 3-Adîlcewaz Kef 4-Kela Exlat ya Berav 5- Kela Exlat 6- Tetwan 7- Zeydan 8- Kelhok 9- Derî Ezdînan 10- Dolek 11- Tax 12-Kelha Sîndbadî

Keleha Bidlîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek tê zanîn di dema Ariyan de ev kelhe hatiye çêkirin.

Di nav her du avên Bidlîsê de ku di cihekî de digihîjin hev, li ser zinaran ev kelhe hatiye avakirin. Kelhe, çargoşe ye. 670 berkazên wê hene. Di alî rojhilat û rojavaya wê de cihê du bircê ji bo raçaviyê hatiye çêkirin.

Dora kelhê 2800 m ye, bilindiya wê 56 m û firehiya wê jî 7 m ye. Di nav kelhê de 800 mal, xanek mezin, qesr, depoyên qût (erzaq) û embarê çekan hene. Wek tê zanîn di sedsala 10an de di nav rojekî de wan eşîrên ku ji bo yekîtiyê hatibûn ba hev, li vê Kelhê hevdîtinên xwe pêk anîne û biryara yekbûnê di vê Kelhê de dane. Medrese, mizgeft, xan, kerwanseray, serşok, qesr, mal, pirtûkxane û gellek hunerî ji van deman maye.

Nava kelhê bi axê tije ye. Ji ber vê yekê mirov nikare di nav de bigere, lê li lûtkeya kelê dema bê nêrîn dîmenek di xweşiyek derasayî de tê dîtin.

Kelhe ji ber ku li ser lûtkeyek ku hilkişandina wî dijwar hatiye çêkirin, li dora wê çala parastinê tuneye. Di dema me de, tenê kelhe heye û bi restore kirinan rewneqdariya xwe nîşan nade. Ji bilî kelha Bedlîsê, lûtkeya Dîdeban jî hebûye, lê niha tenê jêmayên wî hene.

Medreseyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navên medreseyên wê wusa ne:

  • 1-Îxlasiye
  • 2-Xatîbiye
  • 3-Şerefiye
  • 4-Nûhiye
  • 5-Hecî Begiye
  • 6-Yûsûfiye
  • 7-Ahlakiye
  • 8-Şukriye
  • 9-Xatûniye
  • 10-Bersenkî (Îdrîsiye)
  • 11-Xelîliye

Tevlî guhartina erdnîgara me, digel parçekirina erdnîgarê, pişt re ji bo jibîrkirina dîrokê jî sazûmanê hewlên herî mezin danî, sazûman bi viya jî nema. Îro ne ji bo zanîna hemî van bûyerên dîrokê xebatek, ne jî ji bo restorasyon û nûkirina van avahiyên hêja tu hewlekariyek tuneye. Ev ji xwe sekna sazûman a hemberê gelê Kurd nîşan dide. Lê divê em Kurd li van nirxên xwe heta dawiyê xwedî derkevin û kirinên ji bo me qet ji bîr nekin. Di vê navberê de ger hûn herin Bedlîsê;

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn)

  • 1000 Dema Urartiyan
  • 550 Dema persan
  • 331 Dema Mekedoniyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 641 Dema Ereban
  • 990 Dema Merwaniyan
  • 1207 Dema Eyûbiyan
  • 1220 Mîrîtiya Şerefxanan
  • 1230 Dema Selçukiyan
  • 1394 dema Moxolan
  • 1405 Dema Akkoyuniyan
  • 1467 Dema Akkoyuniyan
  • 1495 dema Şerefxanan ya duyemîn.
  • 1514 Dema Osmaniyan
  • 1578 Dema Şerefxanan ya sêyemîn
  • 1670 Dema Osmaniyan ya dûyemîn.
  • 1915 Dema Rusan
  • 1916 Dema Tirkan

Erdnîgarî û sînorên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda herêmê qismek (1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km² pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji %16 jî plato ye. Ji vê erdê ji %80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê avhewayeke di navbera reşahî û Behra Sipî de serdest e. Zivistanan pir sar, havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîpan (4.058 m), Ziyaret (3.002 m), Nemrûda Bidlîsê (2.935 m) û Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.

Çiyayên Nêmrûd û golên wî yên krater[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axên bajarê Bidlîsê pirê wî, ji çiyayên dijwar û ji yê bilind hatiye pêkanîn. Li bakûrê bajêrî, Çiyayê Nemrûd ku bilindiya wî 2935 m ye û di nav sînorê navçeya Tetwanê de ye çiyayek bi agirpij e. Ji ber teqandina agirpijan gelek golên kraterîn di nav çiyayî de peyda bûne. Ya balkêş ew e, ku Gola Sar (şîn) û Gola Germ (kesk) her çiqas nêzikê hev bin jî, di Gola Sar de, zebeş di avê de diperçive û di Gola Germ de jî hêk di demekî kurt de ji kela avê dipije.

Gola Nemrûd ku di nav nêvenda çiyayê kratera Nemrûd de ye, ji alî meziniyê de di dinê de ya duyemîn e. Çiyayê Nemrûd ku di nav xweza de rewneqdar e, her sal bi taybetî di mehên havînê de ji alî pir mirov û mirovên biyanî de tê gerîn.

Efsaneya Nemrûdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema keyê Nemrûd ê zordest ku di heyama xwe de dijiya, çiyayê ku li nêzê Tetwanê ye wek zozan bikar aniye. Dema teqîna agirpija çiyayê destpê dike, agir ber bi ser gundên nêzê çiyayê Nemrûdê ne tê. Di vî navberê de zordestiya Nemrûd ku ji Pêxember Îbrahîm re kiriye, tê hişê gel û ji alî gel ve li hember ziyana Nemrûd ku vî çiyayê wek zozan bikar dianiya wusa hat gotin: “Bû wek zilma Nemrûd.” Li ser vî bûyerê, navên çiya wek Nemrûd dimîne.

Çiyayê Sîpan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji van çiyayan yek jî çiyayê Sîpan e, Li bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya wî 4058 m ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan hatiye rûkişandin.

Navenda Temaşekirina Çivîkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sînorên Bidlîsê de navenda temaşekirina çivîkan a Gola Nemrûdê, navenda çivîka Gola bi Soda (Sodaligol) û nêvenda çivîka Gola Wanê hene.

Deşt û zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta Revha, Ahlat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne

Nivîsara sernameyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1.900 m yî.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd, bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê jî 13,5 km².

Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bidlîs û Oranz in.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji bo nêçira berazên kovî, gur, hirç, werdek, kew û bizinên çiyayî musaîd e. Di çem û golên herêmê de mehsî jî tên girtin.

Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahî ya sermijar herêmê (tevî gundan) 337.156 e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

Cihên turîstîk û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî dîrok û xwezayê ve pir dewlemend e. Tetwan, li ber gola wanê ciyek turîstîk e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e. Kela Bidlîsê, tirba Şerefxan, Mizgefta Mezin û ya Kureysh, medresên herêmê (wek Ihlasiye, Hatibiye û Nuhiye ) cihên herî pir tên ziyaret kirin.

Heta hûn vana nekin venegerin:

  • Heta hûn Çiyayê Nemrûd û Gola Kratera Nemrûd nebînin,
  • Kumbetên Axlat nebînin,
  • Kelha Bedlîsê, Medreseya Îxlasiye, Mizgefta Şerefiye û Kumbetên ku li navenda bajar e serî lê nedin,
  • Kebaba Bedlîsê ya Buryan û Avşor nexwin,
  • Berên bestir, yê ji kok boyax, gopala Exlat, findiqa Hîzan, gûza Adilcewaz, hingivê Mûtkî û penîrê kûp ne stînin û li Tetwanê gola Wanê nebînin...

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mislimantî li herêmê pir xurt e. Li herêmê bandora terîqetan li ser gel pir e. Piraniya nifûsa herêmê kurd in. Tirk û ermenî jî li heremê hene. Herêm bi tirbe û medreseyên xwe tê naskirin, wek: Seyîd Brahîm, Ziyattin Xan, Şemsî Bidlîs û hwd.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şekalok: nîsk û nok di beroshê de tê kelandin. Qaşilkên hişk (zuha) yê xiyaran di beroşek din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û bulxur çêkirî dikeve nav beroşa ku nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên hişk dikeve navê û piştre rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kifta Bidlîsê, Tutmanc, Çortî û Biryanî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.

Xwarinên Wê Yên Navdar: Li devera Bedlîsê kebaba Buryan xwarinekî gelek navdar e. EV xwarin e,ku ji goştê karikê tê çêkirin, di mehên hezîran, tebax û tîrmehê de tê xwarin. Yên karibin ji xewna xwe fedakarî bikin, dikarin serê sibê seet 05:00an de ji xwarina “avşor” tam bikin. Şekalok, Kifta Bedlîs, Tutmanc û Çortî xwarinên din yê herî naskirî yên herêmê ne.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilam "şal û şapik" (ku ji mû yê bizinan çêdibe) li xwe dikin. Bi ser şal û şapik de kefiyek li pişta xwe girê didin. Kefî yan jî "egal" didin serê xwe. Pêlava ku dikin nigê xwe li herêmê ji re dibijin "xarik". Gorên ku dikin nigê xwe ji hirî tên çêkirin.

Jinên Bidlîsî piranî fîstan û entarî li xwe dikin. Jinên malên dewlemend carna çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Êlegek ku ji mû tê çêkirin jî bi ser fistan re li xwe dikin. Di bin fîstan de jî derpiyek ku ji re dibêjin "direl" tê li xwe kirin. Di niga de çarox û gorên ji hirî çêkirî hene. Şarpeyek ku ji re dibêjin "laçik" bi kefî re li serê xwe girê didin. Kefî bi perê hesin yan jî zêr tê xemlandin.

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]