Kela Anêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kela Anêrê pêkhateyeke xwezayî ye li gundê Anêrê. Ji kevir û zinarên volkanîk hatiye wicûdê. Ber bi lûtkeyê, tebeqeyên erdê ku di ser hev re şeqitîne jê xûya dikin. Gelek şikeft tê de hene û tevahiya wê bi kinkor û gûnî û darên tuhokê hatine xemilandin. Bi şûna xwe ya coxrafîk bi qasî 200-250m serdestî li newala Çemê Muradê dike.