Anêr
Anêr Değerli | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Qerekoy |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 264[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°3′12″Bk 41°41′1″Rh / 39.05333°Bk 41.68361°Rh |
Bilindayî | 1.570 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Dûrahî | ||
![]() |
gund | Navçe ![]() |
---|---|---|
88 km | ![]() |
40 km |
Anêr (bi tirkî navê wê kirine Değerli) gundekî bi ser Gimgima Mûşê ye.
Naverok
Dîrok[biguherîne]
Gundekî dîrokî ye. Di klamên dengbêjan de gelek caran navê Anêrê derbas dibe. Niha ji 100î kêmtir malbat mane li Anêrê. Beriya Terteleya Hayan (Ermeniyan, Filehan) çend malbatên Filehan li vir jiyane. Anêr di Serhildana Şêx Seîd de bûye yek ji baregehên têkoşînê. Dîsa di têkoşîna bin serkêşiya PKKê de gelek şehîd daye. Wekî Seyîdxanê Bavê Baran (Seyithan Durmuş), Serdar Akhan, Saîm Aslan, Ceyhan Çaglayan, Cîhan Fîlîz,Tuncay Çaglayan, Nîhat Ballikaya û gelekên din.
Di salên 90î de niştecihên vê gundê ji dewleta Tirk gelekî zilm û zordarî dîtine. Pirraniya avahiyên gund ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin. Beriya 12ê rezbera 1980ê (cûntaya leşkerî) gelekî şoreşgerên Kurd ji vê gundê derketine. Dûgela Tirk gundê Anêrê kiriye nav lîsteya gundên bitalûke. Gelekan ji ber pêkutiyên dûgela Tirk koçber kirine bajarên Tirkiyeyê û Ewropa.
Anêr gundekî nûjen, welatparêz û taybet e. Kurmanc û kirmanc (dimilî, zaza), elewî û sunî bi hev re di gundekî de di nava biratî û aştiyê de dijîn. Ji hev dizewicin, qîz didin hevûdu. Axa Anêrê ji bermahiyên volkanîk e. Gelek bermahiyên ji dema mediyan, ûrartûyan li derdorê gund hatine dîtin. Kes nizane Anêr kengî ava bûye lê ji bera Elî Axa, Dirbo, lawê wî Cindî, lawê wî Sertîf desthilatî kirine. Bera Elî Axa parçeyek ji eşîra Cibiran e, di dema osmaniyan û di avabûna komara Tirkiyê de herdem welatparêz bûye û li dijî wan şer kiriye. Seîdê Nado, Xalit Begê Cibirî hwd lehengê kurdên Serhedê ne. Li ser wan gelekî stran hene.
Erdnîgarî[biguherîne]
40 km ji Gimgimê dûr dikeve. Gundên cîran, Dêrik a Anêrê, Şîp, Viranj, Spehiyan (Îspeyan) in.
Avhewa[biguherîne]
Wargehên balkêş[biguherîne]
- Şikefta Resûl
- Qulka Ferfûriyê, Qulka Dêlegurê, Qulka Xezalê û qulkên rêzê
[biguherîne]
- Budak Akhan
- Bavê Baran (Seyithan Durmuş)
- Nedim Aslan
- Hogirê Anêrê (Saim Aslan)
- Mamoste Şevdûr (Şevket Durmuş), nivîskarê romana bi navê Xewnên sibe dûr
Gelhenasî[biguherîne]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2010 | 264 |
2008 | 271[3] |
2000 | 237 |
1990 | 418 |
1985 | 563 |
Çavkanî[biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne]