Kela Bêrecûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kela Bêrecûkê
  • Fortress Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°01′54″Bk 37°58′46″Rh / 37.03178°Bk 37.97939°Rh / 37.03178; 37.97939
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kela Bêrecûkê keleheke dîrokî ye ku di nav sînorên navçeya Bêrecûka navçeya parêzgeha Rihayê de ye. Ji ber kevirê spî yê ku jê hatiye avakirin, wekî "Kela Spî" (Qeletulbeyda, Kaletü'l-Beyda) jî tê naskirin.

Keleh li ser girseyeke zinarekî bilind hatiye avakirin. Li binê wê dîmena Çemê Firatê û Deşta Bîrecîkê heye. Der barê dîroka avakirina kelehê de agahiyeke teqez nîne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas di derbarê avakirina keleha dîrokî de nêrînên cuda hebin jî, tê texmînkirin ku di dema asûriyan de hatiye avakirin. Kela Bêrecûkê li gorî çavkaniyên nivîskî di sedsala 13an de hatiye çêkirin û di demên cuda de hatiye tamîrkirin. Kel sê caran hatiye tamîrkirin: di dema romayan (30 b.z. - 395 p.z.), frankan (1098 - 1150 p.z.) û dema memlûkan de (1277-1484 p.z.). Bingehên wê bi kevirên mezin ên jêkirî hatine avakirin. Bilindahiya dîwarên wê digihîje 30-40 metreyan. Li ser dîwaran bi 12 bask hatine lêkirin.[1] Sûrên kelê, derdora navenda bajêr dorpêç dikin. Kela Bêrecûkê ji ber bandora xwezayê zirareke mezin dîtiye û îro tenê hin xirbeyên bask û du deriyan li ber xwe dane. Ew derî wek Deriyê Rihayê û Deriyê Meçanê tên zanîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Mootol Yazı | Antik Çağ'da Urfa Ve İlçeleri". web.archive.org. 4 çiriya pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 1 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)