Here naverokê

Riha (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Rihayê
Şanlıurfa
Koda parêzgehê: 63
Nexşeya navçeyan
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Riha
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2018) 2.030.809[1] kes
Rûerd 19.451 km2
Berbelavî 97 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 13 navçe
Hejmara bajarokan 26 bajarok
Hejmara gundan 1.078 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 414
Malper www.sanliurfa.bel.tr

Riha (bi tirkî: Şanlıurfa), parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Ev parêzgeh dikeve hundirê sinorên Komara Tirkiyeyê û ji aliyê başûr ve jî li sinorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye. Serbajarê parêzgehê bajarê Riha ye. Piraniya gelên parêzgehê kurd in û hindikahiyeke girîng jî ji ereb û ji tirkan pêk tê.

Li rojhilatê Rihayê Mêrdîn, li rojava Dîlok, li bakur Semsûr û li bakurê rojhilat jî parêzgeha Amedê cih digire. Nifûsa parêzgeha Rihayê ji sala 2018an vir ve ji du milyonê zêdetir e.

Parêzgeh ji sala 2012an vir ve xwediyê statuya bajarê mezin e.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riha gelek beşên sereke yên Projeya GAPê (bi tirkî: Güneydogu Anadolu Projesi, GAP) vedihewîne. Di nav wan de:

  • bikaranîna potansiyela hîdroenerjiya çemê Dîcle û Firatê;
  • berfirehkirina avdaniyê ji bo çandiniyê
  • pêşxistina aboriya herêmê.

Ev projeya mezin ku ji hêla dewletê ve hatiye sponsor kirin, li vê herêma fireh, avakirina bendavan, verastkirina çeman û bi kar anîna hîdroelektrîkê vedihewîne. Di çarçoveya GAPê de 22 bendav û 1,8 milyon hektar ji bo qadên çandiniyê hatin dabînkirin.[2]

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêma Rihayê avhewaya nîv-ziwa ya deryaya navîn peyda ye. havînan pir germ û ziwa ne. Baran bi piranî di zivistanê de dibare, dema ku germahî herî nerm e. Havînên herêmê pir germ û ziwa derbas dibin. Rêjeya baranê ya salane 458,1 mm e.  Germahiya salane ya navîn 18,5 °C ye. Meha herî sar Çile ye, ku germahiya navîn a wê 2,7 °C ye, û meha herî germ jî tîrmeh e bi germahiya navîn a 39 °C.[3] Demsala zuwa bi gelemperî li dora nîsanê dest pê dike, li dora tîrmehê digihêje asta herî bilind û dora cotmehê diqede.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riha yek ji bajarên herî kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.

Asîmîlasyon û tirkkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[4], Riha di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[5] Bi vî havî Riha di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çandinî li parêzgeha Rihayê ji aliyê cotkarên xwediyê erdên mezin ve tê serdest kirin. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, penaberên sûrî wek karkerên erzan tên xebitandin, û ev yek bazara kar a çandiniyê li vir guhertiye. Lewma karkerên çandiniyê yên demsalî yên herêmî, ji bo ku mûçeyên bilindtir bistînin, bi awayekî demkî ji bo karê çandiniyê yê demsalî koçî parêzgehên din dikin.

Pembû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pembûyên Rihayê digihêjin her aliyê Tirkiyeyê.

Parêzgeha Rihayê hilberînerê sereke yê pembû, genim û ceh e. Bi taybetî hilberîna pembû piştî ku GAPê di sala 1995an de dest pê kiriye û pir zêde bûye. Saya herikîna berdestbûna avdanê gelek cotkar êdî karîbûn ji çandiniya ziwa derbasî çandiniya avî bibin. Ji ber ku nirxa pembû ya bazarê gelekî bilind bû, piraniya cotkaran bi sivikahîn razî bûn ku dest bi çandina wê bikin. Berhema salane ya pembû li parêzgehê ji 277,000 ton a di sala 1995an de di nava 20 salan de derketiye 708,602 tonan. Di sala sala 2021ê de, ji sedî %42ê hemû pembûyên Tirkiyê li parêzgeha Rihayê hatine çêkirin.[6]

Li gorî sala 2008an %11 ji hemû hilberînên hişk %6,4 ji ceh û %4 ji genimên Tirkiyê li parêzgeha Rihayê hatine hilberandin. Di çandiniyên din de lênûsa sor, fistiq, tirî, senû û sebzeyên cuda hene.  Di warê xwedîkirina heywanan de, pez û bizin heywanên herî girîng in.

Ji sala 2015an vir ve, ji %32ê hêza kar a parêzgehê di çandiniyê de çalak e.[7] Lê rêjeya îstîhdamê ya çandiniyê kêm bûye. Pirsgirêkeke din jî ev e ku avdana zêde bûye sedema şorbûna axê.

Komên fistiqan li ser darekê Rihayê şîn dibin. Parêzgeh yek ji hilberînerên sereke yên fistiqê li Tirkiyeyê ye.

Fistiq[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeha Rihayê li Tirkiyeyê di nav hilberînerên sereke yên fistiqan de cih digire. Li gorî sala 2021an, parêzgehê 29,7 milyon darên fistiqê hene û 38,576 ton fistiq hilberandine - dora sêyeka tevaya neteweyî ya 119,000 ton. Lê belê fistiq herî zêde li Dîlokê tên hilberîn.[8]

Îsota Rihayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îsotê hişk û hûrkirî yê Rihayê bi nav û deng e.

Parêzgeh di heman demê de hilberînerek sereke ya çend cureyên îsotan e. Li parêzgeha Rihayê di sala 2021an da 77 hezar û 663 ton îsota sor hat hilberandin; 6 hezar û 180 ton îsota sîvrî; û hezar û 296 ton îsota zengil. Îsota Rihaye ewqas bi nav û deng e ku gotineke pêşiyan dibêje "Li Rihayê mijmijoka zarokan îsot e".

Navçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeha Rihayê 13 navçeya pêk tê.

# Navçe Gelhe[1]
1 Eyûbî 368.293
2 Xelilî 364.946
3 Sêwereg 245.385
4 Wêranşar 184.604
5 Pira Reş 132.530
6 Kaniya Xezalan 102.350
7 Pirsûs 101.964
8 Bêrecûk 92.852
9 Serê Kanî 83.177
10 Herran 81.870
11 Heweng 54.775
12 Curnê Reş 41.644
13 Xelfetî 37.930
- Riha (navend) 865.769
- Riha (parêzgeh) 1.892.320

Komên gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Awayiya etnîkê ya parêzgeha Rihayê, 70% kurd in û 70% kurdîaxiv in, 25% ereb in û 10% tirk, suryanî, ermenî û muhacîr in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b {property}
  2. ^ "GAP Regional Development Administration". gap.gov.tr. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  3. ^ Kaya, Ömer Faruk (2011-01). "New steppic syntaxa from southeastern Anatolia (Şanliurfa, Turkey)". Acta Botanica Gallica (bi îngilîzî). 158 (2): 189–204. doi:10.1080/12538078.2011.10516266. ISSN 1253-8078. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  4. ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  5. ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  6. ^ Şimşek, Yağmur Melis (12 çiriya pêşîn 2021). "Şanlıurfa expects high yield in cotton". Textilegence Magazine and Digital Platform (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  7. ^ Lordoğlu, Kuvvet; Aslan, Mustafa (1 çiriya pêşîn 2015). "ARAŞTIRMA - SAHA NOTLARI: Beş Sınır Kenti ve İşgücü Piyasalarında Değişim: 2011-2014". Göç Dergisi (bi tirkî). 2 (2): 249–267. doi:10.33182/gd.v2i2.565. ISSN 2054-7129.
  8. ^ "Gaziantep ve Şanlıurfa arasında ismi paylaşılamayan lezzet: Fıstık". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.