Ker
Ker | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Heywan |
Filûm: | stûnpiştdar |
Çîn: | Şîrmêj |
Kom: | Perissodactyla |
Famîle: | Hesp (famîle) |
Cins: | Equus |
Binecins: | Asinus |
Cure: | E. asinus |
Navê zanistî yê latînî | |
Equus asinus Linnaeus, 1758 |
Ker an her (Equus asinus), binecureyekî kerê kovî ne ku yeksimdar e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li hin deverên Kurdistanê jê re çarpê jî dibêjin. Yek ji canewerên alîkarê mirovan e. Ji kerên mêr re maker an maher tê gotin. Ji pehîna kerê re zîtok tê gotin. Carinan dema mirovek jî pehîneke paşpaşokî bavêje, jê re zîtok dibêjin. Herwekî ji kerên çêlik re kurrîk tê gotin. Li hin deveran ji keran re, çarpê û guhdirêj jî dibêjin lê evana di axavtinên civakî de bo rêzgirtinê tên bikaranîn.
Cara pêşîn li Mezopotamya hatiye kedîkirin. Kerên îro pirranî ji Afrîkayê belav bûne. Cureyên kerên Asyayê jî hene lê evana bi hesp an hêştiryan ve hatine gandin.
Ker herçendî ajaleke bikêr e, ewçendî jî di çanda devkî ya kurdan de cihdigire. Yek ji elementên bingehîn ên zargotina kurdî ye. Ker di şîretkirina zarokan de sîmbola bêhiştî, derenmayînî, mafdaxwarin û kêm agahdariyê ye. Dîsa di kurdî de bi navê kerê çêr/dijûn jî tên kirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |