Kesayetiya paranoîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kesayetiya paranoîd, yek ji cureyên kesayetiyên nexweş e. Kesayeti ketiye bin kontrola raman û tevgerên fêrbûyî yên paranoîd. Nexweşên wiha xwedî raman û armancên nerealîst ên xurt in. Dikanin bo van raman û armancên xwe ziyanê bidin xwe û devedorê xwe. Têkiliya vê nexweşiyê bi pirranî bi kesayetiya şîzofrenîk , narsîsîzm , kesayetiya passîv-agressiv hwd heye.

Nexweşî bingeha xwe ji demên zaroktiyê û pirranî jî ji ciwaniyê digire. Pispor di wê baweriyê de ne ku ev nexweşî ne ji darbeyên mejî an nexweşiyên organîk pêk tê. Bingeha xwe ji atmosfera malbatê, tevgerên fêrbûyî yên nerealîst, psîkotrawma hwd pêk tê.

Hin mînak ji vê kesayetiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweş di wê baweriyê de ye CIA li pey wê ye û bi hin kesên ji devedora wê têkiliyê bi wê re datîne û dixwaze ji devê wê tiştinan fêr bibe. Ji ber wê nexweş kê bi awayekî dostane, rûken hwd nêzîk dibe xwe jê diparêze û ziyanê dide wan.

Nexweş ji hişê xwe de jiyaneke xeyalî avakiriye. Gorî wan xeyalan ew serokwezîr e û bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî ji wê standine. Ew li pey ketiye dîsa desthilatdariya xwe avabike. Lê divê xwe ji peyayên dijmin biparêze. Kesên bi dostanî nêzîkî wê dibin dixwazin ziyanê bidin wê.

Nexweş destên xwe hîç naşo. Lewra bi wan destan wextekê 4 general kuştine û ew generalan mirovên baş bûne. Nexweş ji bo wan pirr berxwe dikeve. Heger destê xwe bişo wê dîsa generalan bikujê. Nexweş xwe wekî keseke jêhatî, dirust, zîrek dibîne.