Psîkotrawma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Psîkotrawma
  • Berjenga psîkopatolojîk
  • berjeng û nîşan
  • trawma Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Psîkotrawma, ango trawmayên ku bingeha wan psîkologîk in, ne nexweşî li tabloyeka nexweşiyên psîkologîk in. Trawma bi grekî tê wateya "birîn". Psîkotrawma tê wateya "birînên ruh". Bo mînak heger mirov di zaroktî yan jiyana xwe de tûşî bûyeren awarte û kirêt wekî destavêtina cînsî, êşkence, mirina hezkiriyan, şer, penaberî, hepiskirina zarokan hwd jiyabe ewana li ser mirov bandorên mezin dihêlin. Heger paşê neyên tedawîkirin dikarin bibin destpêka hin nexweşiyên psîkologîk.

Kurd û psîkotrawma[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurd wekî neteweyeke bêdewlet, di jiyaneke awarte de dijîn. Bi sedan salan e li Kurdistanê dagirkerî, şer, êşkence, rev, koçberî, tirs, mirin û kuştin hene. Kêm zêde her kurdek di jiyana xwe de psîkotrawma jiyane. Mixabin saziyên an nexweşxaneyên kurdan nîne ku li çareyên tedawîkirinê bigerin. Hin kurdên ku koçberî Ewropa bûne jî guh nadin tedawîkirinê. Herçendî li Ewropa derfetên mezin hebin jî.

Hin mînak ji psîkotrawmatîkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

R. keçikeka 11 salî ye. Li Parîsê diçe dibistanê. Rojek bi diya xwe re li metroyê siwar dibe. Diya wê dereng dimîne siwar be, derî tên girtin û trên birêdikeve. Herdu bi hev re dê biçin cihekê nêzîk. R. nişkave diqîre û li erdê dipelpite. Frensî li serê wê dicivin, ti wateyê nadinê. Lewra zarokên frensî bi serê xwe li metroyan siwar dibin û diçin dibistanê. Trênê li nêzîk didin sekinandin û ambûlans tê R. yê dibe. Ti nexweşiyek bi R. nîne. Tenê li Şirnexê di 4 saliya xwe de psîkotrawma jiyaye. Gundê wan hatiye rûxandin û dê-bavê R. yê li panzêrê siwarkirine û birine. R. wê rojê pirs tirsyaye. Ji wê rojê şûnde naxwaze tenê bimîne û ji dê-bavê xwe biqete[çavkanî hewce ye].

O. jî li Stembolê di 9 saliya xwe de bi tevê malbata xwe ji aliyan polîsan ve hatiye binçavkirin. Li ber çavên wî li mirovan êşkence hatine kirin. O. bi alîkariya IHD (Komeleya Mafê Mirovan) piştî çar rojan serbest hatiye berdan lê dê û bavê wî di bin êşkenceyê de mane. O. niha li Elmanya dijî û êdî 16 salî ye. O. ji dengê bêtêlan (telsîz) û sîrenan ditirse. Dema ji derve dengê trêmbela polîsan an ambûlansan tê an jî dengê bêtêlan dibîhîse dicirife, xwîdan tê ser. Lewra dema li Stembolê hatibû girtin ew di xewê de bû. Nîvê şevê bi dengê sîrenan û bêtêlan ji nav nivînan hatibû girtin. Mixabin dê-bavê O. naxwazin O. biçe tedawî bibe. Bi gorî wan naxwazin navê "dîntiyê" were ser lawê wan[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]