Here naverokê

Keyaniya Iraqê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keyaniya Iraqê
المملكة العراقية Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Alaya
Ala

Mertalê
Mertal
33°20′00″Bk 44°23′00″Rh / 33.33333°Bk 44.38333°Rh / 33.33333; 44.38333
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletFederasyona Erebî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
Dema avabûnê
  • 1921 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Birêvebirin
  Awayê birêvebirinêPadîşahiya destûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 4.370.722 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs6.488.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Keyaniya Iraqê (bi erebî: المملكة العراقية الهاشمية; al-Mamlaka/Malika al-ʿIrāqiyya al-Hāschimiyya) dewletekî li Rojhilata Navînê de bû ye ku di navbera 1921î heya 1958an de hebû. Ev piştî Şerê Cîhanî yê Yekem wîlayeta osmanî yê Bexdayê û deverên din yê xanedaniyê osmanî ya hilweşiyayî hate damezrandin û di destpêkê de di bin Mandaya Brîtanî de bû. Keyê yekem Feysal I ji xanedana haşemiyan bû ku di sala 1921î de dest bi meqamê kiriye. Di sala 1932an de, Iraq serxwebûna fermî ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xistiye û bû endama Koma Miletan. Keyîtî bi aloziyên siyasî, destwerdanên leşkerî û neteweperestiya zêde dihat xuyang kirin. Di 14ê tîrmeha 1958an de, key Feysal II bi derbeyek leşkerî hate hilweşandin û kuştin. Bi ragihandina komarê re, Keyaniya Iraqê bi dawî bûye.

Tacgirtina qiral Feysal I. (1921-1933) wekî beşek ji damezrandina Keyîtiyê.

Piştî ku Huseyîn îbn Elî di sala 1916an de di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de banga şer li dijî osmaniyan kiriye û Keyaniya Hîcazê ava kiriye, kurên wî Ebdûleh îbn Huseyîn û Feysal beşdarî Şoreşa Ereban bûn. Piştî têkçûna osmaniyan, sê wîlayet, Mûsil, Bexda û Besre li Mezopotamyayê ji aliyê leşkerên brîtanî ve hatin dagirkirin û di nîsana 1920î de bûn yek. Koma Miletan ku ev kiryar pejirand, dû re Mandaya Koma Miletan li ser axê da Brîtanyaya Mezin, Mandaya Brîtanî yê Mezopotamyayê.

Di 8ê nîsana 1920î de, Ebdûleh îbn Huseyîn I. wek keyê Iraqê û Feysal jî wek qiralê Sûriyeyê hatin ragihandin. Piştî destpêkirina serhildanekê li dijî brîtaniyan, Ebdûleh îbn Huseyîn dev ji text berda û ji welat terk kiriye. Di 23ê tebaxa 1921an de, brîtaniyan birayê wî Feysal I., ku ji Sûriyeyê hatibû derxistin, wek qiralê Iraqê danîn ser text.

Di sala 1924an de, deverên li bakur, herêmê Başûrê Kurdistanê, li gorî Peymanên Anglo-Iraqî bi Iraqê ve hatin girêdan.

Keyaniya Iraqê di 3ê cotmeha 1932an de, piştî bidawîbûna fermî ya Mandaya Brîtanî ya Iraqê, ji Brîtanyaya Mezin serbixwe bû. Di dawiyê de ev bi xwe tevlî Koma Miletan bû. Lêbelê, wekî ku di peymana 1930î de hatibû destnîşankirin, Brîtanyaya Mezin roleke girîng a siyasî, leşkerî û aborî listiye. Piştî bidestxistina serxwebûnê, hikûmeta Iraqê îdiayên axê li ser Kuweytê kirin ku di bin rêveberiya Keyaniya Yekbûyî de bû.[1]

Feysal di noteke navxweyî de pirsgirêka sereke ya dewleta Iraqê wekî parçebûna welêt di nav kurdên cudaxwaz, elîtek sunî ya ku ji serdema osmaniyan ve tê tercîhkirin û piraniya şiî ya marjînalîzekirî destnîşan kiriye. Qiral herwiha avahiyên eşîrî yên berbelav ên civakê wekî astengiyek li pêşiya nasnameyek neteweyî ya yekgirtî destnîşan kiriye. Feysal bi xwe bawer dikir ku ev dabeşbûn tenê bi sepandina dirêj a hêza madî û dadwerî dikare were derbaskirin.[2] Di salên 1930î de, hikûmetê di zêdekirina hejmara mezûnên dibistanên dewletê yên sekuler de ji 800 heta 14,000 serketî bû, bi vî rengî pergala dibistanê ji bo endamên nifûsa şiî jî vekir.

Nearamiya siyasî û hewldanên derbeyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Key Xazî I (1933-1939).

Desthilata dewletê ya keyîtiyê ji aliyê strukturên desthilatdariya eşîrî ve sinordar bûye. Di sala 1933an de, 15,000 çekdar di artêş û polîsan de rastî nêzîkî 100,000 tifingên di destên endamên eşîrê de hatin. Eşîran herwiha nêzîkî neh ji dehên erdên gundan kontrol dikirin.[3] Di sala 1933an de, Xazî I wek qiral hatiye tacgirtin. Gelek iraqiyan li dijî bandora bihêz a brîtanî derketin, di nav wan de endamên leşkerî û siyasetmedarên wekî Reşîd Elî Geylanî jî hebûn. Digel vê yekê, alîgirên hebûna demkî ya brîtanî jî hebûn, wekî Nûrî Seîd Paşa.[4] Yekem derbeya leşkerî li Bexdayê di sala 1936an de pêk hat, û piştre heta sala 1941an çar derbeyên din pêk hatin.[4] Her çend serokê komplogerên derbeyê, fermandar Bekir Sidqî, hat kuştin jî, artêşê xwe wekî amûrek desthilatdariyê ava kiriye û li Iraqê wekî çavkaniyek girîng û domdar a bêîstîqrariyê ma.[5]

Key Xazî I. di sala 1939an de di qezayeke trafîkê de miriye. Neteweperestên ereb-iraqî daxwaza vekişîna brîtaniyan kirin, lê Keyaniya Yekbûyî daxwazên wan paşguh kirin.

Şerê Cîhanî yê Duyem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Key Feysal II (1939-1958).

Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, Iraq ku hikûmeta wê bi kevneşopî dostê brîtaniyan bû, li kêleka Hevpeymanan ma. Lêbelê, di nîsana 1941î de, derbeyek din ji hêla efseran ve pêk hatiye, serokwezîrê alîgirê brîtanî Nûrî Seîd Paşa ji kar dûr xistiye û Reşîd Elî Geylanî li şûna wî danî. Keyîtî hatiye parastin, û mafên ku di bin peymana 1930an de ji brîtaniyan re hatibûn dayîn bi piranî hatin sinordarkirin. Ev yek bû sedema pevçûnên leşkerî di navbera artêşa Iraqê û brîtanî de.[5] Derbeya leşkerî ji hêla Almanyaya Nazî ve hate pejirandin û piştgirîya madî hate kirin, û ajanê Fritz Grobba rolek sereke lîstiye. Hikûmeta nû ji hêzên Mihwerê re sempatî bû.[5] Serokatiya wê ji hêla Reşîd Elî Geylanî ve hate kirin ku wekî "Hikûmeta Parastina Neteweyî" dihat nasîn. Piştî çend hefteyan, hikûmeta wî ya derbeyê ji hêla leşkerên brîtaniyan ve hate hilweşandin, û hikûmetek alîgirê brîtanî di bin serokatiya Nûrî Seîd de ji nû ve hate damezrandin.[6]

Di 22ê adara 1945an de, Iraqê ligel dewletên din yên erebî rêxistina Yekîtiya Erebî ava kiriye, û di 21ê mijdarê de, Iraq bû endamê Neteweyên Yekbûyî. Keyaniya Iraqê, ligel leşkerên sûrî, urdunî, libnanî û misirî, di Şerê Serxwebûnê Îsraêlê yê 1948an de ku di 14ê gulana 1948an de hatibû ragihandin, li dijî damezrandina Dewleta Îsraêlê derket û êrîşeke hevbeş da destpêkirin. Di sala 1949an de Iraq û welatên din yê ereb têk çûn. Digel vê yekê, Iraq herwiha alîgirê dewletên rojavayî ma. Di sala 1955an de, hikûmeta Iraqê Peymana Bexdayê bi Tirkiye, Îran, Keyaniya Yekbûyî û Pakistanê re îmze kir, û Rêxistina Peymana Navendî ava kiriye. Dema ku dewletên alîgirê Sovyetê yên Sûriye û Misirê di sala 1958an de Komara Yekîtiya Erebî ava kirin, Iraqê, digel Urdunê, di 14ê sibata heman salê de Federasyona Erebî wekî hevpeymaniyeke dijber a alîgirê rojavayê ava kirine.

Dawîbûna keyîtî (1958)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Şoreşa 14ê Tîrmehê

Federasyona Ereban zêde dom nekir, ji ber ku artêşê di 14ê tîrmeha 1958an de derbeyek din pêk aniye. Vê derbeyê encamên pir mezintir hebûn. Efserên di bin serokatiya Ebdulkerîm Qasîm de hikûmeta Nûrî Seîdê û qiral Feysalê II. hilweşandin.[5] Key hatiye kuştin. Prens Ebduleh û serokwezîr Nûrî Seîd çend roj şûnda li Bexdayê ji aliyê komeke hêrsbûyî ve hatin girtin û kuştin. Laşên wan ên tazî di kolanan de hatin kaşkirin.[4] Xanedaniya haşemiyan li Iraqê yavaş bi tevahî ji holê hate rakirin û Komara Iraqê hatiye ragihandin. Hikûmeta nû ji Peymana Bexdayê vekişiya û nêzîkî Yekîtiya Sovyetê bû ye.

Gelheya Keyaniya Iraqê bi giranî ji erebên sunî û şiî pêk dihat. Wekî din, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, kurdên sunî, suryanî, tirkmen û cihû hebûn. Ev pirrengiya etnîkî û dînî, bi potansiyela xwe ya girîng a ji bo pevçûnê, faktorek din bû ku beşdarî bêîstîqrariya Iraqê bû. Di nav nifûsê de li dijî xiristiyaniyan kîn hebû ku bi Komkujiya Sêmêlê ya 1933an gihîşt lûtkeyê (ku tê de gelek aramî/suryanî xiristiyan hatin kuştin û sîrgunkirin), û heta roja îro jî berdewam dike. Di salên piştî destpêkirina eşkere ya pevçûna Îsraêl-Ereban di 1948an de, zêdetirî 300,000 cihû, û bi vî rengî yavaş hemî, ji Iraqê hatin derxistin.

Siyaset û rêveberî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1924an de meclîseke damezrîner pêk hatiye. Keyaniya Iraqê di sala 1925an de bû padîşahiyek destûrî. Hilbijartinên parlementerî yên yekem ên azad di bihara 1925an de pêk hatin.[5] Lêbelê, hikûmet pir caran diguherin, nemaze piştî 1945an. Serokwezîrê herî zêde dihat hilbijartin Nûrî Seîd Paşa ê alîgirê Brîtanyayê bû. Reqîbê wî Raşîd Elî Geylanî yê neteweperest bû. Postên wezîrtiyê bi piranî ji endamên 40 malbatên herî bi bandor re dihatin dayîn.[4] Di sala 1952an de, Nûrî Seîd dîsa ji desthilatdariyê hate avêtin, û piştî ku di sala 1954an de dîsa desthilatdar bû, wî partiyên siyasî fesih kirin.

Iraq, bi taybetî başûrê welêt, herêmeke dewlemend bi neftê ye. Ev yek ji wan sedeman bû ku brîtanî dixwestin bandoreke aborî ya girîng li welêt biparêzin. Li gel Fransa, Dewletên Yekbûyî û Holendayê, mafên neftê yên welêt di nav xwe de di Iraq Petroleum Company (IPC) de hatin parvekirin (her yek ji van çar welatan ji sedî 23.75 wergirt).

Bi vî awayî IPC li Iraqê monopola neftê di destê xwe de girtiye. Her çend bac ji hikûmeta Iraqê re dihatin dayîn jî, ev tenê beşek piçûk ji qezenca şîrketê temsîl dikirin. Ji sedî pêncê mafên neftê diçûn şîrketeke taybet a milyonerê ermenî Kalûst Gulbenkiyan.

  1. Bernard, J. (1 adar 1964). "SOCIAL CONTROVERSY. Edited by William Petersen and David Matza. Belmont, California: Wadsworth Publishing Company, 1963. 342 pp. Paper". Social Forces. 42 (3): 839. doi:10.1093/sf/42.3.390. ISSN 0037-7732.
  2. Eppel, Michael (1 kanûna pêşîn 2011). "Iraq: A Political History from Independence to Occupation. By Adeed Dawisha. (Princeton, N.J.: Princeton University Press, 2009. Pp. 408. $29.55.)". The Historian. 73 (4): 74. doi:10.1111/j.1540-6563.2011.00308_3.x. ISSN 0018-2370.
  3. Salem, Norma (1986). "Marr, Phebe. The Modern History of Iraq. Boulder (Col.)-London (Engl.), Westview Press-Longman, 1985, 400 p." Études internationales. 17 (3): 19. doi:10.7202/702074ar. ISSN 0014-2123.
  4. 1 2 3 4 Dougherty, Beth K. (2019). Historical Dictionary of Iraq. Rowman & Littlefield Publishers. ISBN 978-1-5381-2005-7.
  5. 1 2 3 4 5 Linda. "Dîroka Iraqê". www.weltgeschehen.minnieur.de (bi almanî). Ji orîjînalê di 10 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 sibat 2026.
  6. Fürtig, Henner (2003). Kleine Geschichte des Irak: von der Gründung 1921 bis zur Gegenwart (bi almanî). C.H.Beck. r. 36. ISBN 978-3-406-49464-2.