Zengilok
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên erebî û almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Zengilok, çûka mastî, silivî, şivanok | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Fringillidae |
Cins: | Carduelis |
Cure: | C. carduelis |
Navê zanistî yê latînî | |
Carduelis carduelis (Linnaeus, 1758) | |
Carduelis carduelis carduelis 1 havînan; 2 tevahiya salê Carduelis carduelis caniceps 3 havînan; 4 tevahiya salê |
Zengilok, serxwînk, zengulîtik, kilîl milîl, çûka mastî, silivî an jî şivanok ku gelek navên wê hene (Carduelis carduelis), cureyekî serstrîkan (Fringillidae) e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zengilok 12 cm dirêj e. Enî û erzing sor in. Tokek spî di ser berçêlikêre ye li semta guhikan heta perê kulovanka serî diçe. Piniyeke qehwayiya vekirî li singî û teniştan e. Kulovanka serî heta piştpatikê reş e. Du gîxên reş jê şor dibine herdû rexên stûyî. Pişt qehwayiyekî xwelîkî yê vekirî ye. Çeng reş in û qaneke zêrîn û hindek gîxên spî li şaperan e. Kurî reş e rexên perên wê spî ne. Spîlka çavan qehwayiyekî tarî ye. Nikul sorşekirekî pêtînê teniş qehwayî ye. Pê sorşekirekî vekirî ne. Mê û nêr rengek in; yê nêr ji rengî ve piçekê zîqtir e.
Têjik ji serî ve xwelîkiyekî gewr e, gîx û ravên qehwayî li banê serî û patikê û piştpatikê ne, demê wî soratî lê nîne.
Jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kurdistanê (li nîv çiyayan) xwecih e û zivistanan ji serè çiriya duyê heta dûmahiya nîsanê li deştan ref ref li mêrg û reviyên bi dexel û têr strîzerik (cureyekî strî ye) xweş dihê dîtin.
Parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bişkojikên gil û giyayî û tovê striyan dixwe.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêlînên xwe li ser darên bilind çêdike û têjikan jî li navçiyayan tên der.
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Tirkiye û Kîprosê û rojhilata nêzîk û bakurê Îraqê heta çiyayên Zagrosê têjikan tîne der. Zivistanan ber bi nişîv heta Sînayê li Misrê û heta bakurê Erebistana Siyûdî diçe.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Zengilok de hene