Spîrêz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pirtûkxane û pêşangeha Spîrêzê

Spîrêz weşanxaneyek kurdî ye û bingehê wê li Dihokê, Başûrê Kurdistanê ye. Spîrêz pirtûkên bi kurmancî hem bi alfabeya latînî û hem jî bi ya erebî çap dike.

Berpirsê Spîrêzê nivîskar û ronakbîr Hafiz Qazî û birêveberê wê jî helbestvan û nivîskar Mueyed Teyib e. Weşanxaneya Spîrêz sala 2002'yê li alî dest bi karê xwe kiriye. Spîrêzê destûra karê xwe ji Wezareta Çandeyî ya Herêma Kurdistana Îraqê wergirtiye û bi alîkariya wê têt fînansekirin.

Berhemên Spîrêzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Spîrêz hem pirtûkan û hem jî kovaran diweşîne.

Spîrêzê niha sê kovaran derdixe. Kovara Kepir bo zarokan, ya Ciwan bo gencan û ya Hêlîn bo jinan.

Weşanxaneya Spîrêz ji destpêka xwe li sala 2002'yê ta niha (7/2006) zêdeyî 150 pirtûk çap kirine. Pirraniya wan bi kurmancî (behdînî) û bi alfabeya kurdî-erebî ne. Lê hin ji pirtûkên Spîrêzê yên herî hêja bi kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî hatine belavkirin.

Lîsteya hin pirtûkên Weşanxaneya Spîrêzê:

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]