Kilama Arixê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2024) |
Kilama Arixê straneke şînê ya gelerî ji herêma Koçgiriyê ye. Ev stran piştî dengkirina Nilufer Akbalê di destpêka 1990an de hat nasîn. Serrastkirina qisan û awaz ji aliye Hasret Gultekîn ve hatibûn çêkirin.
Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di erdhejaya Ezirganê ya di sala 1939an de, zêdetirî 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin. Erdheja ne tenê li Ezirganê, gund û bajaran xirbe dike. Li parêzgeha cîran, li Sêwasê jî xîzan mezin e. Tenê li Arixê, gundekî Macîrana Koçgiriyê, 200-300 kes jiyane xwe ji dest didin. Pîrekek di şîna wan de vê strana şînê dilorîne.
Gotin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kilama Arixê Arix dibên lê gundê Saran De lê lê lê Hîvek vêket |
De lê lê lê lê Arix dibên li devê çayê De lê lê lê De palê palê |
Girêdayinê derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |