Kirîvatî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kirîvatî bi sedê salan e ku kirivati di nava Kurdên de didomîne û bûye wek saziya pismamtî û lêzimatî. Kirîvatî herweki mirovatîyê, şîranîyeke mezin dixe navê gelê.

Dema zarokên lawîn têne sûnetkirin, di pêşa hinekan de têne sûnetkirin. Ew kesê ku lawik di pêşa wî/wê de hatiye sûnetkirin, dibe kirîvê mala bavê lawikê ku hatiye sûnetkirin. Herdu alî û lêzimên herdu alîyan ji hev re "kirîv" dibêjin. Di navbera kirîvan de, Şîranîye xurt çêdibe heta ku hin caran ew şîranî ji ya lêzim û lêzimatî jî zêdetir dibe. Bi vî hawayî piştî ku du malbat dibin kirîvên hev, ev kirîvatî bi sedê salan didomîne. Îcar bi kirîvatîyê riya têkiliyên zêde jî vedibe û pirê caran kirîv keçê didin hevûdu, bi hev re bazirgantî û wekî din kar dikin. Kirîv dî şîn û şahiyan de bi ser hev de diçin û tên, di siqûmat û serpêhatîyên xirab de alîkarîya hev dikin.

Hetanî dawîya salên 1980 jî, her lawikekî Kurd dema hatiye sûnetkirin, bêguman di pêşa yekî de sûnet bûye. Ango her Kurdekî mêr ku jiyê wî ji 20-30î hevraztir be, bêguman kirîvekî wî jî heye. Lê mixabin ev rûdanên di van salên dawîn de wisa kiriye ku êdî nema zêde kes zarokên xwe yên lawîn di pêşa hinan de sûnet dikin.