Kirdo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kirdo, şorbeya kirdo cure şorbeyek ji pêjgeha kurd e. Navê xwe ji lêkera kirinê digire. Tirk viya wekî kurdo didin pêş lê ne wisa ye. Li Tirkiyeyê bi navê Kırdo Çorbası wekî xwarinekeke tirkan didin nasandin û patenta wê deranîne.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvazên xwe hûrikî hûr bikin û di nava rûnê nivîşkî de heya zerayî pê ket biqijilînin. Pûjana xwe bavêjin navê. Di heman demê de savara xwe bikelînin, di nava badiyekê de mast û hêk biçelqînin. Vê çênca xwe berdin ser pîvazan. Bi hev re bi tevî savarê bikelînin. Li ser daxwazê hin biharat jî dikevin şorbeyê.

Gotinek li ser kirdo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kiro nekiro, kirdo çênekiro. (ev gotin ji Bêrtiyan hatiye wergirtin. Têkiliya wê bi vê şorbeyê heye yan nîne, nayê zanîn)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]