Savar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Savara pak, wekî ya Bidlîsê.

Savar xurdemeniyeke girîng e di pêjgeha kurd de ku ji genim e. Di kurdiya kevn de pimav jî gotine. Pimav ji du bêjeyan pêk tê: Pimpişandin, pimandin û av. Ango xwarinaku bi avê tê pimandin, pimpişandin. Kurd bêhtir girar û savarê bikartînin.

Girar, savar, bulxur, pîlav, pimav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cureyekê girarê ye savar. Girar di rastiya xwe de hebên ku dikevin nava şorbeyê re tê gotin. Ji bêjeyên "gir û ar (ango ard, arvan)" pêk tê. Ard ne tenê ji genimê tê çêkirin. Bo mînak girara dew dikare ji savar, nok, nîsk dexlek (zadek) din jî bê çêkirin.

Ev bûye sedemê şaşiyan. Lewra jî li hin deverên Kurdistanê ji savarê re girar jî tê gotin. Bi bandora erebî bilxur, bulxur jî gelek tê bikaranîn. Ango li hin herêman xwarin heger ji nîsk an nokê jî be, jê re savar gotine. Pîlav jî xwarineke xwerû kurdî ye. Ji savara avî (ron) a bi avê tê pimandin, pimpişandin e. Di hin devokan de tîpa +v dikin +w. Bo mînak av, aw. Pilav an pîmav bûye pîlav/w.

Amadekirina savarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Genim tê kelandin, radixin ber tavê û di coniyan de dikutin, qalik tên derxistin. Di destarên savarê de tên hûrandin. Bo kufteyan cuda ye, hûr tê hêrandin, wekî pişrûkê ye.

Kurd bêî savarê nikarin lewra gelek xwarinên wan ji savarê ne. Bi taybetî li herêma Tolhildanê heger 200 cure xwarin bên xwarin, ji wan sedî sed nîvê wê ji savarê ye. Meledî, Gurgum, Dîlok mirov dikare bêje welatê kufteyan e ku ji savarê tên çêkirin. Ji aliyê rîçaliyê ve (lûf, rehik, lîf) dewlemend e ku bijîşk xwarina wê temî dikin. Vîtamîna B1 dihewîne ku bo mejî bikêr e.