Kiyat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kiyat gundek e navçeya Geverê ye. Bi tirkî jêre 'Ünlüce Köyü' tê gotin. Gundê Kiyatê zêdetir di demsala biharê de xweş e. Her deverên wê bi gulên rengîn dixemilin û xwe berpêşî hezkiriyên xwe dikin.Havîna wê bi taybetî jî di meha Tebaxê wextê genim dirûnê de pirr germ e. Payîza wê hertîm tenêtî aniye bîra min. Zivistana wê jî bahoz û berf e, lê ji ber ku herkes di vî wextî de li mala xwe dimîne û bi zarokên xwe malbata xwe û cîranên nêzî xwe re gelek demên xweş derbas dike. Heta ku hin caran mirov bi tenê ji bo bîranîna van zemanan dixwaze zivistan bê wekî berê mirov wan deman bijiyê. ava wê pirr xweş e. Gelek caran bi tenê ji bo dîtina paletiya ku li deşt û nevalên wê tê kirin divê mirov bera xwe bide vî gundê delal. Ciyên vê yên navdar bernexşîn,kelawoçik,nêhêl,qurezevan hwd. Berê li gund gelek kesan pez xwedî dikir lê dûv re ji ber pevçûnên li welêt pêkdihatin hemû kesê got lê em ê dev ji vî karî berdin bila dilê neyaran û bav seyan şa be.Bi rastî jî dev ji vî karî berdan. hêdî hêdî ev karê pez xwedîkirinê zor dibû, berê gelê gund diçû serê çiya û zinarên bilind, zozanên avên wan tezî û giyayê wan ji pez re wekî dermanek herî biha. lê mixabin dema ku ev derketina zozanan bi dawî bû, ji bo gel jî êdî xwedîkirina pez zor zehmet bû. Piştre pezê xwe firotin û dest bi karê koricîtiyê/Cerdevanî kirin. niha her mehê qîma zikê xwe ji pere distînin bedêla çek hildanê û debara xwe bi vî rengî pêktînin.Nifûsê gund her ku diçe zêdetir dibe bi taybetî jî nifûsê wê yê ciwan û bêkar gelek e. Ji ber vê ciwan hemû ber bi Stenbolê ve diçin.Herwiha jiyan xweş e tevî hemû zor û zehmetiyan...ger rojekê rêya we bikeve ber bi vî gundê ve li ber siya daran çayekê vexvin....