Koçero-Mehmet Îhsan Kîlît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koçero
Navê rastî
Mehmet Îhsan Kîlît
Jidayikbûn1925 Gundê Hêlînê/ Silîvan(Farqîn)
Mirin3yê Tirmeha sala 1964an - Batman
NeteweKurd
biguhêreBelge

Koçero bi navê xwe yê rastî Mehmet Îhsan Kîlît qaçaxçiyekî navdar e ku di gelek stran û çîrokan de pesnê wî hatiye dayîn.(bo mînak Selda Baxcan û Ehmet Qeya strana koçero li ser vî camêrî çêkirine.) Di sala 1925an de li gundê Hêlînê ya Silîvan (Farqîn) hatiyê dinê, dibistana seretayî di sala sêyem de terk kiriye. Demekê di petrola Batmanê de wek makînîst kar kiriye, piştî bavê wî tê kuştin û şerê malbatî û xwîndarî diqewime zavayê xwe yê bi navê Xelîl Kartalkanat dikuje û çeka xwe radike û di temenê xwe yê 25an de diçe serê çiyan dibe fîrar û qaçax. Ew jî wek qaçaxçiyên wê demê debara xwe ji çûna Sûrî (binxetê) û bi danûstandina bazirganî dikir. Koçero li Silîvan Tetwan Bedlîs û li çiyayên herêmê digere, nav û dengê wî roj bi roj li herêmê belav dibe,her ku diçe ew dibe efsane, hemû rojnameyên wê serdemê behsa wî dikin, koçero her car bi cendirmeyan re diket pevçûnê, dîsa demek li gundê Kurtikan dikeve di şerekî de Û yuzbaşiyekî birîndar dike û astsubayekî jî dikuje. Di şeva 3yê tirmeha sala 1964an de Koçero şantiyeyeke petrola Tirkiyê raçav dike û êrîşê dibe ser wir, Koçero bi cil û bergê subayekî dikeve hundir lê cendirmeyek wî û nas dike ew bi cendirmeyî re dikevin qirika hev lê ji pîşt ve bi guleya çifteyekî jiyana xwe ji dest dide 14 salên wî yên mêrxasî yên li çiya li wir dawî dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]