Koço, Giyadîn
Xuyakirin
Koço, Giyadîn | |
|---|---|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Parêzgeh | Agirî |
| Navçe | Giyadîn |
| Bilindahî | 2052 m (6732 ft) |
| biguhêre | |
Koço (bi tirkî: Yıldırım), gundekî girêdayî navçeya Giyadîna bi ser Agirîyê ve ye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dûrahiya gund û Agirî yê 67 km ye, dûrahiya gund û Giyadîn ê jî 7 km ye
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê gund heyanî sala 1928an jî Koço bû, lê paşê hat guhertin bû Yıldırım.
Kela Koço li vî gundî ye, li ser kelê gelek mal û xanîyên hilweşiyayî û bîrên avê yên ziwa bûyî û tirbên Ûrartûyan hene. Û hema ji her derê kelê kûzikên/ dîzikên şikestî derdikevin, xêynî van tiştan tê texmîn kirin ku berê di gund de Ermen û Kurdên Êzîdî jîyane, di nav goristana gund de gelek tirbên Ermenan hene, kesên li vî gundî dema sond dixwin wek nîşana Êzîdîyetîyê li ser Mishefa reş sond dixwin.
Gelhe/ Kes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| li gor salan | |
|---|---|
| 2019 | 42 kes |
| 2018 | 45 kes |
| 2017 | 45 kes |
| 2016 | 44 kes |
| 2015 | 44 kes |
| 2014 | 56 kes |
| 2013 | 72 kes |
| 2012 | 82 kes |
| 2011 | 105 kes |
| 2010 | 112 kes |
| 2009 | 87 kes |
| 2008 | 107 kes |
| 2007 | 96 kes |
| 2000 | 113 kes |
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |