Kola

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kola

Kola vexwarineke saremenî ya şîrîn e ku bêalkol, biasîd e û bi vanîlya, darçîn, zêtên lîmonî û aromayên din tê rindkirin. Kola herî bikafeîn e ku ji findixa kolayê tê çêkirin û lewma vê vexwarinê navê xwe ji wê findixê hildaye.[1] Dermanfiroşek bi navê John Stith Pemberton, ji bo serêş û bêmadebûnê şirûbek amade dikir û difirot. Şirûb ji giyayê koka, kafeîn û hin elementên şîraniyê pêk dihat. Rojekê ew dît ku xebatkarên wî bi dizî vê şirûbê vedixwin û pê kêfxweş dibûn. Wî jî ceriband û bi hin guhertinan ev şirûba wekî vexurik a bi navê Pemberton's French Wine Coca derxist bazarê. Derketina Coca Colayê wisa ye.[2]

Çavkanî[biguherîne]

  1. "Cola - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (in îngilîzî). Retrieved 2018-09-11. 
  2. "Coca Cola - Wîkîpediya". Retrieved 2018-09-11.