Vanîlya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Vanîlya

Vanîlya (vanilla planifolia) riwekek ji famîleya salepan (orchidaceae) ye. Welatê wê girava Madagaskar, Meksîk e. Ji herêmên tropîkal hez dike. Dirêjiya fêkiyên wê 15-20 cm ye. Fêkiyên wê bibêhn û tehl in.

Nêzîkî 150 cureyên vanîlyayê hene. Çandiniya wê gelek dijwar e. Neh mehan li benda fêkiyên wê dimînin. Divê bê hişkkirin jî. Çandiniya wê bi destan tê kirin. Piştî [[zeferan (riwek)]ê, bihatirîn biharbêhn e.

Kevnexwediyên Amerîkayê (îndiyanayî, çermesor) vanîlyayê bo dûrxistina rewanên bed (ruhên nebaş), bêhnxweşkirina axê diajotin. Meksîkaniyan vanîlya xistin nava vexwarinên xwe. Piştî vedîtina Amerîkayê derbasê Ewropayê jî bû.