Koma Marsîs
Koma Marsîs | |
---|---|
Eslê komê | Laz, Behra Reş |
Stîla komê | Muzîka Behra Reş, Rocka Lazî |
Etîket | Kalan Muzik |
Malpera komê | http://www.marsis.biz |
Endamên komê | |
Korhan Özyıldız (deng) Ceyhun Demir (kemançe) Mustafa Gökay Ferah (cewar) |
Koma Marsis komeke Lazî yê ku muzika Rock pêşkêş dike, ye.
Derheqa koma Marsîs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koma Marsîs di sala 2007an de ji aliyê Ceyhun Demir ve hate avakirin. Marsîs navê çiyayê herî bilind ê Kaçkaran e û li Rîze radixweste. Kom i xwe li gelek der û festîvalên mezin ên Tirkiye - wekî Barışarock (2007), Zeytinli Rock Fest (2008) û Livane - derketiye ser sehneyan.
Piştî xebateke dirêj koma Marsîs di sala 2009an de albuma xwe ya yekemîn a bi navê "Marsis" pêşkeşiyê hezkiriyên xwe kir. Di xebatên albumê de hunermendên wekî Selim Bölükbaşı û Ayşenur Kolivar jî cih girtine. Herwiha, dengê Nurdoğan Demir Abaşişi (ku stranbêjeke Lazî yê gelek nas e û bavê solîstê koma Marsîsê ye) û dengê Emine Ana jî di abumê de tên bihîstin.
Muîka koma Marsîs senteziyeke muzikat etnîkî ya Lazî û muzika Rockê ye.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]2009 - Marsis
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî muzîkê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |