Komelgeh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji komelgeha Dêrelûkê (Dihok, Badînan, Başûrê Kurdistanê)

Komelgeh (bi îngilîzî: collective settlement, collective town) gundên nû û kolektîv in ku ji salên 1970î heta salên 1990î li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma be's ve hatine avakirin ji bo kesên ku ji warên xwe ji ber ewlekariya rejîmê bi zorê hatibûn veguhastin.[1]

Di 1975an de herêmeke bi dirêjahiya sînora Turkiyê û Îranê ya bi navê Kembera Ewlekariyê ji aliyê rejîma be’s ve hate çêkirin. Gundên vê herêmê, hemû gundên ku bi 10-30 kîlometreyan nêzîkî sînorê bûyî, hatine vala û wêrankirin û li dora 600.000 kesan hatine veguhastin bo warên nû yên bi navê “komelgeh”.

Di salên 1980î de jî rejîma Sedam Huseyn ji nû ve zêdeyî 4000 gundên kurdan wêran kirine û gelek nîştecihên van gundan dîsa hatine veguhastin komelgehên nû.

Piştî ku rejîma Sedam Huseyn ketibû, 2620 ji gundên wêrankirî, ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û bi alîkariya Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên sînornenas cardin hatine avakirin.

Komelgehên Misêrîkê (1975), Pêşabûr (1976), Tilkeberê (1976), Dêrelûk (1977), Şêladizê (1977), Xankê (1985) li parêzgeha Dihokê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gareth R.V. Stensfield (2003). Iraqi Kurdistan: Political development and emergent democracy. RoutledgeCurzon, London.