Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xwermenda Herêma Kurdistanê
حکوومەتی هەرێمی کوردستان
Alaya Kurdistanê Nîşana Herêma Kurdistanê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî:
An Kurdistan an Neman (Kurmancî)
ان کوردستان ان نەمان (Soranî)
Sirûda netewî: Ey Reqîb
Cihê xwermenda herêma Kurdistanê
Cihê xwermenda herêma Kurdistanê
Zimanên fermî Kurdî
Zimanên hindikanî Asûrî
Ermenî
Tirkmanî
Navê nîştecihan Kurd
Paytext Hewlêr
Sîstema siyasî Parlamentarîzma demokratîk
 - Serokdûgel
 - Serokşalyar
Mesûd Barzanî
Nêçîrvan Barzanî
Rûerd
 - Giştî

40.643 km2
Gelhe
 - Giştî (2015)
 - Berbelavî

5.500.000 kes
69 kes/km2
Serxwebûn 1970
Dirav Dînar
Dem UTC+3
Koda telefonê 964
Iraqi Kurdistan in Iraq (de-facto and disputed hatched).svg

Xwermenda Herêma Kurdistanê, navê fermî yê xwermenda herêma Kurdistana Îraqê ye. Mesûd Barzanî serokê Konseya Serokatiya Kurdistanê ye û bi vê boneyê vê demê 'Serokê Herêma Kurdistanê' ye.

Navên herêmê[biguherîne]

Navê fermî li gorî makezagona Iraqê Herema Kurdistanê)[1] be jî, navê wê yê bi timî Herêmî Kurdistanî Eraq (‏هه‌رێمى كوردستان) e, an jî bi erebî إقليم كردستان العراق (Iqlĩm Kurdistãn al-‘Irāq). Herwiha, rêveberiya herêmê navê Kurdistan-Iraqê jî bikar tîne. Berî sala 2005an navê herêmê bi tenê Herêma kurdî ya serbixwe bû.

Bi ingîlîzî navê wê Kurdistan Regional Government e.

Navekî din jî başûrê Kurdistanê (باشووری کوردستان) ye lê belê ev nav hemû derên Iraqê ye ku kurd tê de dijîn. Lewra xwermenda herêma Kurdistanê perçeyeke başûrê Kurdistanê ye.

Rewşa fermî ya xwermenda Herêma Kurdistanê[biguherîne]

Xwermenda Herêma Kurdistanê; xwermenda Başûrê Kurdistanê ye û gorî makezagona Iraqê û dadmendiya navneteweyî bi fermî tê nasîn. Di qada navneteweyî de wekî federasyona Kurdan a li Kurdistana Îraqê xebatên xwe didomîne. Bingeha xwe ji têkoşîn, mafê xwezayî yê gelan, erdnîgariya Kurdistanê û peymanên morkirî yên di navbera Kurd û pergala Baesê li Îraqê digire. Tê zanîn peyman di adara 1970'î de ji aliyê serokê kurd Mele Mistefa Barzanî û serokdûgelê Îraqê yê heman heyamê Saddam Huseyîn ve hatibû morkirin.

Mezinahî[biguherîne]

Sînorê fermî yê Hêrêma Kurdistanê yê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî

Li gorî peymana xweseriyê ya 11ê Adara 1970an mezinahiya herêmê bi 37.000 km² hat sînordar kirin, û li gorî peymanê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî tê de bûn. Lê kurd bajarên Kerkûk û Mûsilê bixwazin jî, daxwazên wan ji aliyê xwermenda navendî ya Iraqê ve (ji ber tirkman û erebên ku di wan herêman de dijîn) hat redkirin.

Mezinahiya herêmê ya îro qasî 80.000 km² ye. Tê de nêzî 7 mîlyon kes dijîn û ji wan bi tenê 4 mîlyon kurd in. Di makezagona herêmê tê xwestin ku bajarên Xaneqîn, Mendelî (yên ku di parêzgeha Diyala de ne), Bedre (di parêzgeha al-Wasît de) û parêzgeha Kêrkûkê jî tevli xwermenda herêmê bibin. Ji ber vê yekê giştpirsiyek ji bo sala 2007an hatibû amadekirin, lê heta niha ev giştpirsî nehat bicihkirin.

Dîrok[biguherîne]

Di sala 2003an de kurdên Iraqê tevlî ser Iraqê bûn û karibûn bandora xwe xurttir bikin û herêma xwe mezintir bikin. Îro parçeyên Diyala, Kêrkûk û Nînawa jî tev li herêmê ne.

Statuya parçe-xweseriyê ji salên 1970/74 pê ve[biguherîne]

Li gorî peymana xweseriya 11ê Adara 1970an pêwîst bû pênc şalyarên kurd li Bexda di xwermenda Iraqê de cih bigrin, yek ji wan lawê herî mezin ê Barzanî Ubeydullah bû. Di sala 1974an de Taha Muhi ad-Din Maʿruf (bi eslê xwe kurd) bû pîgarê serokê Iraqê. Heta niha dûgela ku tê de zimanê kurdî wek zimanê fermî tê bikaranîn Iraq e - lê bi tenê di sê parêzgehên herêmê de.

Heta sala 1988an herêm bi parçeyî serbixwe bû.

Serxwebûna herêmê[biguherîne]

Di roja 19ê Gulana 1992an parlamentoya herêmê ji nû ve hat hilbijartin û YNKê (Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê) 51 kursî, ya PDKê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî 49 kursî stendin. Wekî din, partiya Asûriyan bi navê "Tevgera Demokratîk" 4 kursî û „Yekitiya Xristiyan“ jî kursiyek stendin. Ji ber dijminatiya YNKê û PDKê parlamento baş nexebitî. Di roja 4ê Cotmeha 1992an de parlamento serxwebûna Kurdistana Federal îlan kir. Lê ji ber dijminatiya her du partiyan di sala 1994an de şer derket û du sal bi şûnde di sala 1996an de bi peyameke li Washington D.C. qediya.

Polîtîka[biguherîne]

Makezagon[biguherîne]

Xwermenda Kurdistanê xwermendeke plûral, federal, serbestîparêz, makezagonî û laîk e. Bi pergala(sazûmana) parlamentarîzmê tê ser desthilatdariyê. Bi de facto hatiye pejirandin. Makezagona Herêma Kurdistanê mafê kêmneteweyan li herêmê û mafê xwendina bi zimanê zikmakî û mafê weşana bi zimanê zikmakî diparêze.

Çend xal ji makezagona Herêma Kurdistanê[biguherîne]

  • Bend 1:Xwermenda Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye û pergala plûral, demokratîk, parlamentarî û komargerî dihewîne.
  • Bend 2: Xwermenda Kurdistanê desthilatiyê li ser tixûbên beriya 1970î yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, At'Tamîm, Duhok û navçeyên Akrê, Şêxan, Şengal a Neynewayê û Xaneqîn, Mendelî ya Diyala û Badra ya Al Wasîtê dike.
  • Bend 3: Desthilatdarî ji gel tê û ya gel e.
  • Bend 4: Hemwelatî ji Kurdan û hindikayiyan pêk tê (Tirkmen, Asûrî, Xaldî û Ereb) û makezagon mafê wan diparêze.
  • Bend 5: Hewlêr serbajarê herêmê û ya xwermendê ye.
  • Bend 6: Li gel alaya Iraqê li herêmê alaya taybet tê pêşwazîkirin.
  • Bend 7: Zimanê fermî Kurdî ye.

Encamên hilbijartinan[biguherîne]

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê DYA George W. Bush li Qesra Spî

Hilbijartinên 19'ê  Gulan1992

PDK 45,3 %
YNK 43,8 %
Bizutnawai Îslamî li Kurdistân (IMK) 5,1 %
Partiya Sosyalista Kurdistanê (PASOK) 2,6 %
Partiya Komonîsta Îraqê (ICP) 1,0 %

Di van hilbijartinên bihurî de benda hilbijartinan 7 % bû û di encamê de PDK'ê 51 û YNK'ê jî 49 kursî bi dest xistin. PDK'ê kursiyek da YNK'ê û herdû partî bûn xwedî 50 kursî. Kursiyên din li aramiya û xirîstiyaniyan hatin parve kirin. Tirkmen tevlî hilbijartinan nebûn.

Hilbijartinên 30'ê Rêbendan 2005

Hevpeymaniya Kurdistanê 104 Kursî
Komala Îslamî li Kurdistanê 6 Kursî
Partiya Zehmetkeşan 1 Kursî

Ol û civak[biguherîne]

Piraniya gelê Herêma Başûrê Kurdistanê kurd in. Wêkî din ereb, tirkmen û aramî jî dijîn. Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bilî misilmanan (sunnî û şî) kurdên êzîdî, zerdeştî, cihû,kakeyî(yaresanî) û xirîstiyan jî dijîn.

Gelhe[biguherîne]

Li gorî jimarî sala 2015ê gelheya herêmê 5.472.436 kes in. Leza zêdebûyîna gelheyê jî % 2,6 e.[2]

Parêzgeh Gelhe
Hewlêr 2,009,367
Silêmanî (Tevî Helepce ve) 2,039,685
Dihok 1,423,114

Tevlîbûna Rêxistinên Navneteweyî[biguherîne]

ABEDA , AFESD , AMF , CAEU , FAO , G - 77 , IAEA , IBRD , ICAO , ICRM , IDA , IDB , IFAD , IFC , IFRCS , ILO , IMF , IMO , IMSO , Interpol , IOC , PAB , ISO , ITSO , ITU , LAS , MIGA , NAM , OAPEC , OPCW , OPEC , PCA , UN , UNDP , UNCTAD , UNESCO , UNIDO , UNWTO , UPU , WCO , WFTU , WHO , WIPO , WMO , WTO

Cejn û rojên fermî[biguherîne]

Bi qasî 60 roj weke rojên cejn û bîranînê li Herêma başûrê Kurdistanê tê pîroz kirin. Çendek ji wan evin:

Herêmên derveyî desthilatiya Xwermenda Herêma Kurdistanê[biguherîne]

Herêmên ku hêj neketine bin desthilatdariya xwermendê jî hene. Tê zanîn di dema desthilatdariya Baesiyan de wargehên Kurdan dihatin rûxandin, valakirin û Kurd ji welatê xwe dihatin derxistin. Pergala Baes cihên ku ji kurdan dihatin valakirin, ereb dianît bicih dikir. Piştî destpêkirina şerê 2003'î rewş hate guhertin. Sazûmaniya Baesiyan têkçû û Iraqeke nîsbeten demokrat û federal hate avakirin. Gorî makezagona Iraqê divê Kurdên bi pêkutiyan ji welatê xwe hatine derxistin şûnve werin bicihkirin û herêmên din ên Kurdistanê bi xwermenda federal a kurdan ve were girêdan. Lê li dijî viya nerazîbûnên ereban û welatên Kurdistanê dagir kirine hene. Tirkiye, Îran û Sûrî naxwazin Kurd li Başûrê Kurdistanê sazûmaniyeke birêkûpêk ava bikin û pirsgirêkên xwe çareserbikin. Lewra ew difikirin ku heger Kurdên Başûr biserbikevin wê ji parçeyên din re bibin mînakek.

Perwerdehî[biguherîne]

Rêjeya xwendewariya Herêma Kurdistanê % 74.1 e.Ev rêjê di mêran de % 84.1 di jinan de jî % 64.2 ye.

Li herêma Kurdistanê çend zanîngeh hene, piraniya wan piştî azadkirina herêmê ji deshilatdariya rejîma Baasê hatin damezrandin. Zanîngehên li başûrê Kurdistanê, ligel malperên fermî, dema damezrandin û hejmara xwendekaran ev in:

Zanîngeh Malper Damezrandin Hejmara xwendekara
Zanîngeha Selahedînê www.salahaddin-ac.com 1968 7,048 (2007)
Zanîngeha Silêmaniyê www.univsul.com 1968 (3067) (2006)
Zanîngeha Duhokê www.uod.ac 1992 1,689 (2007)
Zanîngeha Koyeyê www.koyauniversity.org 2003 (4000) (2006)
Zanîngeha Kurdistanê (Hewlêr) www.ukh.ac 2006 400 (2006)
Zanîngeha amerîkî li Îraqê (Silêmanî) www.auis.org 2007 50 (2007)
Zanîngeha Bijîşkî ya Hewlêrê www.hawlermu.org 2006 (?) (2006)
Zanîngeha Bazirganî û Îdare (Hewlêr) www.bmu-me.net 2007 (?) (2007)

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

{{Nexşeya xwermenda Herêma Kurdistanê/gerîn}}

[[Kategorî:Xwermenda Herêma Kurdistanê|*]]