Komkujiya êzidiyan, 2014

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komkujîya Êzîdîyan, di 19´ê tabaxa 2014´an de bi ketina komên çete ên DAÎŞ´ê li herêmên şengalê re dest pê kir. Çeteyên DAÎŞ´ê, ketina navenda şengalê de. Berî ku çeteyên DAÎŞ´ê bikevina Şengalê de, gelek caran hatibû ragihandin ku çeteyên DAÎŞ´ê amedekariyê dikin ku bikevina şengalê de. Şengal, weke navenda kurdên êzîdî ya pîroz a. Piştî ku çeteyên DAÎŞ´ê ketina Şengalê de, bi sed hezaran kurdên êzîdî bi jin, zaro, pîr û kalan re xwe spartina çîyayê şengalê. Lê di wê navberê de, bi hezaran kurdên êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ´ê ve hatina qatil kirin. Ev komkujiya kurdên êzîdî, di çapameniya navnetewî de jî gelekî cih girt.

Hêzên navnetewî, weke eworopî û emerikî û hwd, ji hewayê ve, bi belafiran çend caran alikarî gihandina çîyayê şengalê. Lê hêzên herî zêde ku di cih de xwe gihandina kurdên êzîdî li şengalê, hêzên YPG´ê û HPG´ê bûn. Van hêzên kurd, di dema ku xwe gihandina çîyayê şengalê, di cih de, ´korîdorek çêkirin, mirovên sivîl, jin, zaro, pîr û kal hanîna rojavayê kurdistanê û bakûrê kurdistanê. Bi sed hezaran kurdên êzîdî ji cih û warê xwe bûn û hatina rojavayê kurdistanê, bakûrê kurdistanê û başûrê kurdistanê. Bi hêzên parastinê YPG`ê, HPG´ê re, piştre pêşmerge jî, hatina herêmê û bi hevdû re "hêza parastinê a hevbeş bo parastina şengalê avakirin. Piştre jî, "hêzên parastina şengalê, bi navê "YPŞ" hatina avakirin. Ev hêzên kurd, bi hevdû re ketina şer de ku çeteyên DAÎŞ´ê ji şengalê derxin.

Bi sed hezaran kurdên êzîdî bi jin, zaro, pîr û kalan re ketina rêyan de. bi hezaran mirov, di rêyan de jî jîyane xwe ji dest dan. Ji birçîbûn û germbûnê jîyan xwe ji dest dan. Ev komkujiya kurdên êzîdî weke jenosîda kurdan ku di sedsale 21´ê de ku hatî kirin bû.

Çavkanî