Komkujiya Bûçayê 2022

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Komkujiya Bûçayê hat beralîkirin)
Komkujiya Bûçayê 2022
50°32′15″Bk 30°13′08″Rh / 50.53744°Bk 30.21882°Rh / 50.53744; 30.21882
DewletÛkrayna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Bûça Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 27 sibat 2022 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 31 adar 2022 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
  • Russian Armed Forces Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 411 (zêdetir an wekhev) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Komkujiya Bûçayê, komeke tawanên şer ên eşkere ye ku li deverên di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Rûsyayê di dema şerê li bajaroka Bûçaya Oblasta Kiyîvê piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê qewimiye. Rayedarên Ûkraynayê diyar kirin ku zêdetirî 300 şêniyên bajêr hatine kuştin. Komkujî ji aliyê Ûkraynayê ve weke jenosîd hat binavkirin. Hem Rûsya û hem jî Ûkrayna daxwaz ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) kirine ku lêkolînên li ser kesên ku li Bûçayê hatine kuştin bike.[1] Karbidestên Rûsî hemî sûcdariyê red kirin, dîmen û wêneyên laşên mirî wekî "provokasyon" an "performansa sahneyê" binav kirin.[2]

Paşbingeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çarçoveya dagirkeriya 2022 ya Ukraynayê de, Artêşa Rûsyayê ji sînorên başûrê Belarûsê derbasê axa Ûkraynayê bûn. Ev yek ji tevgerên destpêkê çûyîna ber bi Kîevê bû û ligel rêzeke mezin ji wesayitên leşkerî, leşkerên rûsî derbasî Ûkraynayê û bakurê Kyîvê bûn. Di 27ê sibata 2022an de, hêzên rûsî derbasî bajaroka Bûçayê bûn. Ev yek ji yekem deverên derveyî Kyîvê bû ku hêzên rûsî derbasî navenda bajêr dagirkirin.

Di dawiya adara 2022an de, berî vekişîna Rûsyayê ji Kîevê, Dozgera Giştî ya Ukraynayê Iryna Venediktova diyar kir ku dozgerên Ûkraynayê delîlên 2.500 dozên gumanbar ên tawanên cengê di êrîşa Rûsyayê ya sala 2022an berhev kirine û "çend sed gumanbar" nas kirine. Seroka Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Ukraynayê Matilda Bogner jî nîgeraniya xwe li ser belgekirina teqez a qurbaniyên sivîl bi taybetî li herêm û bajarên di bin agirên giran de ne, anî ziman, û bal kişand ser nebûna elektrîkê û peywendiyên pêbawer.

Di çarçoveya paşvekişîna giştî ya hêzên Rûsî ya li bakurê Kîevê, û herwiha êrîşên li ser pêkhateyên Rûsî ji aliyê artêşa Ukraynayê leşkerên Rûsî li devera Bûça paşve vekişiyan. Hêzên Ukraynayê di 1'ê Nîsanê de ketin bajêr.

Ragihandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema êrîşa Rûsyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî medyaya Ûkraynayê, hêzên Rûsî di 4ê Adarê de 3 sivîlên bêçek ên Ûkraynayê di nav otomobîlekê de diçûn vedigeriyan ji xwarina gihandina penageha kûçikan kuştin.  5ê Adarê saet di 07:15ê serê sibê, du otomobîlên du malbatên dixwestin birevin tê de bûn, dema ku wesayit dizivirîn ser Kolana Çkalovayê, ji aliyê leşkerên Rûs ve hatin dîtin. Hêzên Rûsî li ser konvoyê gulebaran kirin û di wesayîta duyemîn de kesekî jiyana xwe ji dest da. Otomobîla pêşiyê bi çekên lûledirêj ket û di cih de 2 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî vekişîna Rûsyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenên vîdyo yên destpêkê piştî vekişîna Rûsî di roja şemiyê 2’ê Avrêlê, li ser medyaya civakî hatin belavkirin, ku tê de qurbaniyên girseyî yên sivîl nîşan didin.  Li gorî şaredarê Buçayê Anatoliy Fedoruk, di nav cesedên li herêmê hatine dîtin "bi sedan leşkerên Rûsyayê" jî hene. Paşê delîlên din derketin holê û tawanên şer ji aliyê hêzên Rûsî ve hatine kirin dema ku ew herêm dagir kirine, hate xuya kirin. Li gorî The Times, 18 cenazeyên mêr, jin û zarokên hatine qetilkirin, ku di jêrzemînê de hatin dîtin. Di dîmenên ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatin weşandin xuya bû ku jûreyek îşkenceyê ya li jêrzemînê nîşan dide, ku laşên guhên jêkirî û diranên wan hatine derxistin. Cenazeyên sivîlên din ên hatin qetilkirin di rê de hatin hiştin.

Niştecih û şaredarê bajêr gotin qurbanî ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve hatine kuştin. Gelek ji mexdûran xuya bû ku diçûn karên xwe yên rojane, hilgirtina çenteyên kirînê. Di dîmenan de herwiha sivîlên destên wan girêdayî hatin dîtin. Dîmenên din mirinek li kêleka bîsîkletekê nîşan didin. Rojnameger bi xwe derbasî bajêr bûn, cesedên bi dehan kesên bi cilên sivîl dîtin. CNN, BBC, û AFP’ê belgeyên vîdyoyî yên gelek cesedên sivîlan li kolan û hewşên li bajaroka Buçayê belav kirin, yên ku hin ji wan bi dest û lingên girêdayî bûn. BBC got; derbarê 20 cesedên li kolanê hinek ji wan di perestgehê de hatine gulebarankirin û hinek cenaze jî ji aliyê tankê ve hatine avêtin.  Di 2ê Avrêlê de, nûçegihanê AFP diyar kir ku wî herî kêm bîst laşên sivîlan li kolanên Buçayê dîtibûn û herwiha du ji laşan destên wan girêdayî bûn. Şaredar Fedoruk got; ev kes hemû ji pişta serê xwe hatine gulebarankirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Agencies (3 nîsan 2022). "Retreat of Russian forces uncovers evidence of possible war crimes". EL PAÍS English Edition (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2022.
  2. ^ Reuters (3 nîsan 2022). "Russia denies killing civilians in Ukraine's Bucha". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2022. {{cite news}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)