Kîev

Kîev
Київ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Київ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Bernavk:
Мати міст Руських Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kîev li ser nexşeyê
Map
Kîev li ser nexşeya Ûkrayna nîşan dide
Kîev
Kîev
Koordînat: 50°27′0″Bk 30°31′25″Rh / 50.45000°Bk 30.52361°Rh / 50.45000; 30.52361
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÛkrayna, Ukrainian Soviet Socialist Republic, Ukrainian People's Republic, Komara rûsî, Împeratoriya Rûsî, Tsardom of Russia, Polish–Lithuanian Commonwealth, Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê, Golden Horde, Rûsa Kiyevê, Ukrainian State, Reichskommissariat Ukraine, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Ûkrayna (1991–)
  • Ukrainian Soviet Socialist Republic (1934–1991)
  • Oblasta Kiyîvê (1932–)
  • Kyiv-Sviatoshyn Raion
  • Principality of Kyiv (860–1471)
  • Rûsa Kiyevê (882–1132)
  • Kyiv Regiment (1625 (bi julianî) – 1781 (bi julianî))
  • Kiev Governorate (1708 – 1764 (bi julianî))
  • Little Russia Governorate (1775 (bi julianî) – 1781 (bi julianî))
  • Kiev Viceroyalty (1781 (bi julianî) – 1796 (bi julianî))
  • Kiev Governorate (1796 (bi julianî) – 1925)
  • Ukrainian People's Republic (1917 (bi julianî) – 1918)
  • Kyiv Okruha (1923–1930) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê482 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerKyi, Shchek, Khoryv, Lybid Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarVitali Klitschko (2014–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 848 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
179 ±1 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
2.952.301 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê44 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nîşana wesayîtêAA, KA Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperkyivcity.gov.ua Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kîev an jî Kiyîv (bi ûkraynî Київ, Kiyîv), paytext û bajarê herî qerebalix ê Ûkraynayê ye ku bajêr li navenda bakurê Ûkraynayê ye û li ser peravê Çemê Dnîperê hatiye avakirin. Li gorî daneyên 1ê çileya sala 2022an nifûsa bajêr 2.952.301 kes e ku bajêr bûye heftemîn bajarê herî qerebalixê li Ewropayê ye.[1] Kîev navendek girîng a pîşesazî, zanistî, perwerdeyî û çandiyê li Ewropaya Rojhilat e. Li bajêr gelek pîşesaziyên teknolojiya bilind, saziyên xwendina bilind û nîşanên dîrokî ye hene. Li gel Metroya Kîevê bajêr xwediyê pergalek berfireh a veguhastina giştî ye.

Tê texmînkirin ku navê bajêr ji navê Kyi, yek ji çar damezrênerên bajêr ên efsanewî tê. Di dîrokê de, Kîev, yek ji kevintirîn bajarên Ewropaya Rojhilat e ku di çend qonaxên berbiçav û nezelal de derbas bûye. Bajar dibe ku di sedsala 5an de wekî navendek bazirganî bûye. Bajêr Niştecîhek Slavî ya li ser rêya bazirganiya mezin a di navbera Skandînavya û Konstantînopolîsê de bû. Kîev heta nîvê sedsala 9an de ku ji aliyê Varangiyan (Vîkîngan) ve bajêr hate desteser kirin, parek ji xezaran bû. Di bin desthilatdariya Varangian de, bajêr dibe paytexta Kievan a Rus ku yekem dewleta Slaviya Rojhilat bû. Di sala 1240an de di dema êrişên Mongolan de bi tevahî hate hilweşandin, bajar piraniya bandora xwe ya sedsalên pêş de winda kir. Piştî Lîtvanya, Polonya û bajêr dikeve bin desthilatdariya Rûsyayê. Bajêr di sedsala 16an de dibe navendek girîng a fêrbûna Ortodoks û piştre di sedsala 19an de jî bajêr bûye navenda pîşesazî, bazirganî û rêveberiyê.[2]

Bajêr di dawiya sedsala 19an de di dema Şoreşa Pîşesaziyê ya Împeratoriya Rûsyayê de carek din dîsa geş bû. Di sala 1918an de, dema ku Komara Gel a Ûkraynayê piştî Şoreşa Cotmehê li wir serxwebûna xwe ji Komara Rûsyayê ragihand, Kîev dibe paytexta komarê. Di dawiya şerên Ûkrayna-Sovyet û Polonî-Sovyetê de di 1921an de Kîev dibe bajarekî KSSya Ûkraynayê û di sala 1934an de dibe bajarê paytexta KSSya Ûkraynayê. Bajar di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de rastî wêraniyek xirab hatiye lê di salên piştî şer de zû geş dibe û dibe sêyem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Sovyetê.

Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê û serxwebûna Ûkraynayê di sala 1991an de, Bajêr wekê paytexta Ûkraynayê dimîne û hatina pêleke domdar a koçberên ûkrayniyên etnîkî yên ji herêmên din ên welêt rû da. Di dema veguherîna welat ber bi aboriya bazarê û demokrasiya hilbijartinê ve, geşbûna Kîev berdewam dike ku bajêr dibe bajarê herî mezin û dewlemend ê Ûkraynayê ye. Hilberîna bajêr ya pîşesazî ya girêdayî çekan piştî hilweşîna Sovyetê kêm bû ku bandorek neyînî li zanist û teknolojiyê kir. Lê beşên nû yên aboriyê yên wekî xizmetguzarî û darayî mezinbûna bajêr di mûçe û veberhênanê de hêsan kir û fonên berdewam ji bo pêşkevtina avahiyan û binesaziya bajarî peyda kir. Kîev wek herêma herî pro-rojava ya Ûkraynayê derket holê û partiyên ku alîgirê entegrasyona tûndtir bi Yekîtiya Ewropayê re dikin, di hilbijartinan de biserketin.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî efsaneyan, navê Kîev (Kyîv) ji navê Kius tê ku navê herî kevn ji sê birayan tê ku tê bawerkirin ku ev her sê bira damezrînerên bajêr in.

Di efsaneyan de ji Kîevê re Koenugarðr jî hatiye gotin. Navê Kænugarður ji bo Kîev ê ji zimanê îslendî hatiye. Versiyonek din heye ku eslê navê Kænugarður bi peyva îslendî ya kevn ve, bi peyva "kæna" ve girêdayî ye ku tê wateya "keştiyê". Ev rê dide ku navê Kîevê wekî "bajarê keştiyan" were şîrove kirin ku di sedsalên X-XII de bi rastiyê re têkildar bû dema ku rêyek avê ya mezin ji dema vîkîngan heya yewnaniyan di nav bajêr de derbas bûye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovên yekem ên naskirî yên li herêma Kîevê di serdema paleolîtîk a paşîn (Serdema Kevir) de li wir jiyan kirine.[3] Nifûsa li derdora Kîevê di Serdema Bronzê de beşek ji çanda ku jê re Çanda Trîpîliya tê gotin pêk tê, wekî ku ji hêla hunerên wê çandê ve li herêmê hatine dîtin.[3] Di destpêka Serdema Hesinê de hinek eşîrên li derdora Kîevê bi cih bûne ku bi îskîtan û dewletên kevnar ên bakurê Deryaya Reş re çandinî, ajaldarî û bazirganiyê kirine.[3] Vedîtinên diravên Roma yên sedsalên 2 û 4an, têkiliyên bazirganiyê yên bi parêzgehên rojhilatî yên Împeratoriya Romayê re destnîşan dikin.

Damezrandina Kîevê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1686an de nexşeya bajarê Kîevê.

Ji bi ku çi dem ku bajêr hatiye damezrandin, nîqaşên zanyaran hêj jî berdewam dikin; Dîroka damezrandina kevneşopî 482 p.z. ye, ji ber vê yekê bajar di sala 1982an de 1,500 saliya xwe pîroz kir. Li gel hinek lêkolîneran re dîroka damezrandinê heta dawiya sedsala 9an destnîşan dikin, daneyên arkeolojîk destnîşan dikin ku bajêr di sedsalên şeşan yan yan jî heftan de hatiye damezrandin.[4][5]

Gelek vegotinên efsanewî yên di derbarê koka bajêr xe hene. Efsaneyek endamên eşîreke Slavî (Poloniyên Rojhilatî), birayên Kyi (Yê herî mezin ku bajêr nave xwe ji navê wî wergirtiye), Şhçek, Khorî û xwişka wan Lîbîd ku bajar ava kiriye, vedibêje. Efsaneyek din dibêje ku Saint Andrew di sedsala 1an de çûye herêmê ku li îro ya ku bajêr hatiye avakirin, wî xaçek çik daye û piştre li wir dêrek hatiye avakirin. Ji Serdema Navîn ve wêneyek Saint Michael hem bajar û hem jî dukayê temsîl dikir.

Delîlên kêmê dîrokî têkildarî serdema ku bajar hatiye damezrandin hene. Li herêmê ji sedsala 6an ve niştecihên slavî yên belav hebûn lê ne diyar e ka ew piştre ji bo bajarî bûnê li hev kom bûne yan na. Li ser nexşeya cîhanê ya Ptolemeus, li ser nîvê çemê Boristhenî gelek niştecîh hene ku di nav wan de Azagaryum heye ku hinek dîroknas bawer dikin ku pêşiyê Kîevê ne.[6]

Li gorî Ferhenga Erdnîgariya Kevin a sala 1773an a Alexander Macbean, ew cih bi bajarê nûjen ê Çernobîlê re têkildar e. Li başûrê Azagarium, rûniştgehek dinê bi navê Amadoka heye. Amadoka ku tê bawer kirin ku paytexta gelê amadokî ye ku li herêmek di navbera qada Heriyên Amadoka li rojava û çiyayên Amadoka li rojhilat de jiyan kirine.[7]

Navekî din ê Kîevê ku di dîrokê de hatiye behs kirin ku koka navê bi tevahî ne diyare Sambat e. Xuya ye ku têkiliya vê navê bi Împeratoriya Xezeran ve heye. 'Primary Chronicle dibêje niştecîhên Kîevê ji Askold re gotine "sê bira Kyi, Shchek û Khoriv hebûn" li bajêr hebûne. Wan vê bajêrê ava kirin û mirin, niha jî em dimînin û bac didin xizmên wan xezeran”.[8]

Dema serweriya Rûsyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê Kîevê di dawiya sedsala 19an de.

Ji Peymana Pereyaslavê ya sala 1654an û vir ve bajêr ji aliyê leşkerên rûsî ve hat dagir kirin ku Kiyîv ji sala 1667an de bi Agirbesta Andrusovoyê dibe beşek ji Tsardoma Rûsyayê ku di wî demê de bajêr xwedî statuyeke otonom bû. Tu peymanên Polonya û Rûsyayê derbarê Kîevê de qet nehatine pejirandin. Di dema Împeratoriya Rûsyayê de, Kîev navendek bingehîn a Xiristiyanan bû ku ziyaretvanê xirîstiyantiyanan dikişand ku dergûşa gelek kesayetiyên dînî yên girîng ên împeratoriyê bû. Bi demê re heya sedsala 19an girîngiya bazirganî ya bajêr marjînal dimîne.

Di sala 1834an de, hikûmeta rûsî Zanîngeha Saint Vladimir ava kir ku niha bi navê helbestvanê Ukraynayî Taras Shevchenko (1814–1861) ku niha wekê Zanîngeha Neteweyî ya Taras Şevçenko ya Kîevê tê zanîn. Şevçenko wek lêkolînerê qadî û edîtorê beşa erdnîgariyê kar kiriye. Fakulteya nojdarî ya Zanîngeha Saint Vladimir ku di di salên 1919 û 1921an de di serdema Sovyetê de wekî saziyek serbixwe hate veqetandin, di sala 1995an de bûye Zanîngeha Bijîşkî ya Neteweyî ya Bogomoletsê.

Di sedsalên 18an û 19an de, Artêşa Rûsî ya împratorî û rayedarên dînî li jiyana bajêr serdest bûn; Dêra Ortodoks a Rûsyayê beşdarî beşeke girîng a xebatên binesazî û çalakiya bazirganî ya Kîevê bûn. Di dawiya salên 1840an de dîrokzan, Mîkola Kostomarov (bi rûsî: Nikolai Kostomarov) civakek siyasî ya veşartî, ezîz Saint Cyril û Methodius damezrand ku endamên wê fikra federasyona gelên slavî yên azad bi ûkrayniyan re wekî komeke cihê, ne wekî beşeke bindest a neteweya rûs, derdixin pêş difikirîn. Desthilatdarên rûsî bi awayekî bilez û bez vê civak tepisandin.

Piştî windabûna gav bi gavê otonomiya Ûkraynayê, di sedsala 19an de Kîev bi rêya koçberiya rûsan, rastî kiryarên îdarî û nûjenkirina civakî ya rûsbûnek mezin hatiye. Di destpêka sedsala 20an de, beşek nifûsa rûsaxiv li navenda bajêr serdest dibin. Di heman demê de jî çînên jêrîn ên ku li der û dorê bajêr dijîn çanda gelêrî ya Ûkraynayê bi rêjeyek girîng parastin. Dilxwazên di nav arîstokratên etnîkî yên ûkraynî, leşkeran û bazirganan de hewil dan ku çanda xwemaliyên li Kîevê bi çapkirina pirtûkên nepenî, şanoyên amator, lêkolînên gelêrî û hwd biparêzin.

Di dema şoreşa pîşesazî ya Rûsyayê ya di dawiya sedsala 19an de, Kîev dibe navendek girîng a bazirganî û veguhestinê ya Împeratoriya Rûsyayê ku bajêr di warê hinardekirina şekir û genimê bi bazirganiya rêya trênê û rêya li ser ava Çemê Dnîperê dibe navendek serkevtî. Bajêr bi nifûsa xweyê 250 hezar kesan di sala 1900an de dibe navendek pîşesaziyê ya girîng. Nîşaneyên wê serdemê binesaziya rêhesin, bingeha gelek saziyên perwerdehî, çandî û abîdeyên mîmarî yên berbiçav hene. Di sala 1892an de yekem xeta tramvaya elektrîkê ya Împeratoriya Rûsî li Kîevê (li cîhanê sêyem) dest pê kir. Dema ku bajêr dibe sêyemîn bajarê herî girîng ê împeratoriyê û navenda sereke ya bazirganiyê li başûrê rojavayê Împeratoriya Rûsyayê Kîev di dawiya Şoreşa Pîşesaziyê ya sedsala 19an de dibe bajarek pêketî.

Serdema Sovyetê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala neteweyî ya Ûkraynayê yekem car di 24ê tîrmeh sala 1990an de li derveyî avahiya Şaredariya Kîevê hatiye bilind kirin.

Di serdema aloziya piştî Şoreşa Rûsyayê ya 1917an, Kîev dibe paytexta çend dewletên ûkrayniyên li pey hev û di nav çend şer û pevçûnan de dimîne. Bajêr di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dema ku leşkerên alman ji 2ê adara sala 1918an heya mijdara sala 1918an bajêr dagir dikin, di dema Şerê Navxweyî yê Rûsyayê ya salên 1917 û 1922 û di dema Şerê Polonî-Sovyetê ya sala 1919 û 1921ê de hatiye dagir kirin. Di sê mehên paşîn ên sala 1919an de, Kîev bi demkî ji aliyê Artêşa Spî ve hatiye kontrol kirin. Bajêr ji dawiya sala 1918an heta tebaxa sala 1920an şanzdeh caran hatiye dest guhertin.[9]

Ji sala 1921an heta 1991an, bajêr beşek ji Komara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê bû ku di sala 1922an de bûye komara damezrîner a Yekîtiya Sovyetê. Bûyerên sereke yên ku li Ûkraynaya Sovyetê di serdema navbera şer de qewimîn hemî bandor li Kîevê kirine: di salên 1920î de ûkraynazekirin û her weha koçbûna nifûsa gundewarî ya ûkraynofon ê bajarê Rûsofonê ku bi ûkraynayî diaxive û pêşkevtina jiyana çandî ya ûkraynayî li bajêr xurt kir; pîşesazîbûna sovyetê ku di dawiya salên 1920an de dest pê kir ku bajarê Rûsofonê navendek berê ya bazirganî û dînî bû veguherand navendek mezin a pîşesazî, teknolojî û zanistiyê. Di sala 1932 û 1933an de birçîbûna mezin beşek ji nifûsa koçber ku ji bo qertên alîkariyê nehatibûn qeyd kirin ketin rewşeke xedar û Paqijkirina Mezin a Joseph Stalin a salên 1937 û 1938an rewşenbîrên bajêr ji holê rakir.[10]

Di sala 1934an de Kîev dibe paytexta Ûkraynaya Sovyetê. Bajar di salên pîşesazkirina sovyetê de dîsa geş bû ji ber ku nifûsa wê bi lez mezin bû, gelek pîşesaziyê mezin hatin damezrandin ku hinek ji wan di roja îro de jî hene.

Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, bajêr dîsa rastî xisareke mezin hat û Almanyaya Nazî ji 19ê îlona sala 1941ê heta 6ê mijdara sala 1943an Kîevê dagir kir. Hêzên Eksinê di sala 1941ê de di Şerê Kîevê yê dorpêçkirî de zêdetirî 600.000 leşkerên sovyetê kuştin yan jî dîl girtin. Piraniya kesên ku hatin girtin qet sax venegeriyan. Demek kurt piştî ku Wehrmacht bajar dagir kir, tîmek efserên NKVDê ku veşartî mabûn piraniya avahiyên li ser Kolana Khreshchatykê dînamît kirin. Kolana sereke ya bajêr ku rayedarên leşkerî û sivîl ên alman piraniya avahiyan dagir kiribûn; avahî bi rojan şewitîn û 25 hezar kes bê war man.

Tê îdiakirin ku ji bo bersivdana kiryarên NKVD, almanan hemû cihûyên herêmî yên ku ji destê wan hat girtin, nêzîkî 34.000 kesan kom kirin û ew di 29 û 30ê îlona 1941ê de li Babî Yar a Kîevê qetil kirin.[11] Di mehên paşîn de bi hezaran kesên din birin Babî Yarê û li wir hatin gulebarankirin. Tê texmînkirin ku almanan di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Babî Yar zêdetirî 100.000 mirovên ji komên etnîkî yên cuda ku piraniya wan sivîl in qetil kirine.[12]

Kîev di salên piştî şer de ji hêla aborî ve baş dibe û careke din dîsa dibe sêyemîn bajarê herî girîng ê Yekîtiya Sovyetê. Qezaya felaketê ya Santrala Nukleerî ya Çernobîlê di sala 1986an de tenê 100 km li bakurê bajêr qewimî.

Dema serxwebûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pêvajoya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de Parlamena Ûkraynayê di 24ê tebaxa sala 1991an de Danezana Serxwebûna Ûkraynayê li bajêr ragihand. Di salên 2004 û 2005an de li bajêr mezintirîn xwenîşandanên giştî yên piştî Sovyetê heta wî rojê nehatiye lidarxistin ji bo piştgirîkirina Şoreşa Pirteqalî pêk hatiye. Ji mijdara sala 2013an heya sibata sala 2014an, navenda Kîev dibe cîhê bingehîn ê tevgera Ewromeydanê.

Di dema destpêkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ya di sibata 2022an de, hêzên rûsî hewl dan ku Kîev bi dest bixin lê ji hêla hêzên Ûkraynayê ve ku li derûdora bajêr cih girtibûn hatin paşve xistin. Piştî vekişîna Rûsyayê ji herêmê di nîsana sala 2022an de, Kîev gelek caran rastî êrîşên mûşekiyên hêzên rusî hatiye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kîev li perava Çemê Dnîperê ku ji başûr ber bi Deryaya Reş ve diherike hatiye avakirin. Bajêr ji hêla erdnîgarî ve girêdayî qada ekolojîk a Polesia ye ku xwedî herêmek daristana tevlihev a li Ewropaya Rojhilat e.

Dîmenên ji Kîevê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajêr avhewayek parzemînî ya şil heye. Mehên herî germên li bajêr mehaşên Hezîran, Tîrmeh û Gelawêj in ku germahiya navîn di navbera 13,8 û 24,8 °C de ye. Mehên herî sar Kanûn, Rêbendan û Sibat in ku bi germahiya navînî -4,6 heta -1,1 °C (santîgrat) ê dadikeve. Sarbûna herî sar a ku heta niha li bajêr hatiye tomar kirin -32,2 °C e ku di 7 û 9ê sibata sala 1929an li bajêr hatiye tomarkirin. Berf bi gelemperî ji nîvê meha Mijdarê despêdike heya dawiya Adarê dibare.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "City Mayors: The 500 largest European cities (1 to 100)". www.citymayors.com. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.
  2. ^ "Kyiv | Points of Interest, Map, Facts, & History | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 hezîran 2023. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.
  3. ^ a b c "КИЇВ - Лексика - українські енциклопедії та словники". web.archive.org. 24 çiriya paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Kiev | national capital, Ukraine | Encyclopedia Britannica". web.archive.org. 4 gulan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 gulan 2015. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "КИЇВ". web.archive.org. 26 sibat 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 sibat 2022. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Єрофалов-Пилипчак, Борис Леонідович (2019). Римский Киев: или Castrum Azagarium на Киево-Подоле (bi rûsî). A+C. ISBN 978-617-7765-01-0.
  7. ^ Hazlitt, William (1851). The Classical Gazetteer: A Dictionary of Ancient Geography, Sacred and Profane (bi îngilîzî). Whittaker.
  8. ^ Blöndal, Sigfús (16 nîsan 2007). The Varangians of Byzantium (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-03552-1.
  9. ^ Eksteins, Modris (1999). Walking since daybreak : a story of Eastern Europe, World War II, and the heart of our century. Internet Archive. Boston : Houghton Mifflin Co. ISBN 978-0-395-93747-1.
  10. ^ "The Great Purge under Stalin 1937-38". www.brama.com. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.
  11. ^ "The Babi Yar Massacre". www.jewishvirtuallibrary.org. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.
  12. ^ "Mass Shootings at Babyn Yar (Babi Yar)". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]