Komkujiya Sêwasê 1993
| Komkujiya Sêwasê | |
|---|---|
Dîmenek ji Otêla Madımakê | |
| Cih | Sêwas |
| Dîrok | 2ê tîrmeha sala 1993an |
| Hedef | Hunermend û rewşenbîrên elewî |
Cureyê êrîşê | Êrîşên nîjadperestî |
| Mirî | 35 |
| Êrîşkar | Komên nîjadperest |
| Lêpirsîn | Bi dawî bûye |
| biguhêre | |
Komkujiya Sêwasê yan Komkujiya Madımakê komkujiyeke ku di 2ê tîrmeha sala 1993an de ji aliyê komên nîjadperestên îslamîst ve li Sêwasê li hemberî elewiyan qewimiye.[1] Komkujî li Otêla Madımakê ji aliyê komekên nîjadperest-islamîst ên radîkal ve di dema Mîhrîcana Pîr Sultan Abdal a li Sêwasê de pêk hatiye ku di komkujiyê de kesên nivîskar, helbestvan, ramanwer û du xebatkarên otêlê ku piraniya wan elewî bûn, bi temamî 35 kes, bi şewitandin an jî bi xeniqadina dûyê hatine kuştin.[1]
Du kes ji ber êrîşkarên ku di dema komkujiyê de li derve kom bûn ji aliyê kesên nîjadperest ve bi şaşî hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên dema komkujiyê de hêzên ewlekariya bajêr erka neanîye cih vê yekê jî hêz daye komên nîjadperest ku komkujiyê pêk bînin.[2] Aziz Nesin ku bi birînên giran ji komkujiyê filitiye, di daxuyaniyek çapemeniyê de ku piştî komkujiyê daye de bi tundî rexne li serokkomarê wê demê Süleyman Demirel û hikûmeta hevpeyman a Tansu Çiller û Erdal İnönü (DYP-SHP) kiriye û gotiye, "Min digot dewletek heye. Dewletek heye, dewletek heye ku meriv baweriya xwe pê bîne. Baş be yan xirab be, şaş be yan rast be, lê dewletek heye. "Bê guman ez difikirîm ew ê pêşî li vê komkujiyê bigirin. Ez fikirim dê tawîzên wisa çênabin. Lê mixabin ez ketim şaşiyan."[3]
Komkujî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di çarçoveya Mîhrîcana Pîr Sultan Abdal de ku ji alîyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ve hatibû lidarxistin, gelek hunermend û rewşenbîr wekê mêvanên taybet ên parêzgerê wê demê ya Sêwasê Ahmet Karabilgin hatibûn Sêwasê. Berê komkujiyê hinek komên nîjadperest bi li hundirê navenda çandê ku bi kevir û daran êrîş biribû li ser navenda çandê ji aliyê polîsan ve bi bikaranîna hêzê hatibû astengkirin.[4]
Gotinên Ezîz Nesîn ên "Çima ez baweriya xwe bi Qurana hezar salî bînim? Ji ber vê yekê ez ne misilman im" di rojnameyan de hatiye weşandin her ku diçû komên nîjadperest bi kombûnan re êrîşên xwe zêde dikin.[5] Komên nîjadperest ku ji hezaran kesan pêk dihat, ji Navenda Çandê derdikevin û vedigerin Qada Hikûmetê. Komên êrîşkar dest bi avêtina keviran li ser Avahiya Hikûmetê kirin û bi qîrîna dirûşmeyên komkujiyan ber bi Otêla Madımakê diçin. Berî ku komkujî pêk were komê nîjadperest bi sloganên wekê "Şeytan Ezîz!", "Sêwas dê gora Ezîz be!", "Bila laîkbûn biçe!", "Tirkiyeya misilman!" û "Bijî şerîet!" diqîriyan.[6]
Komê pêşî wesayîtên li ber Otêla Madımakê şewitandin û piştre otêlê didin ber keviran. Di vê demê de kesên ku di otêlê de asê mabûn li benda rizgarkirinê bûn. Dema ku êrîşkar hê Otêla Madımakê ne şewitandibûn, Aziz Nesîn li Enqerê bi cîgirê serokwezîr Erdal İnönü re bi telefonê axivî ji Erdal İnönü xwestibû ku wan xilas bikin. İnönü di telefonê de ji Ezîz Nesîn re dibêje "Xem meke. Me tevdîrên pêwîst hildaye." Lêbelê li gel hemî banga rizgarkirina kesên ku di otêlê de asê dimînin, Otêla Madımakê bi şewitandin kelûpelên li qata jêrîn a hatiye şewitandin. Piştî bendewariyeke dirêj, mirovên ku di otêlê de mabûn nehatin rizgarkirin. Ji kesên ku di otêlê dimînin, Asım Bezirci, Nesimi Çimen, Muhlis Akarsu, Metin Altıok û Hasret Gültekin jî di nav de 35 kes ji ber xeniqîna duyê û şewitîna agirê jiyana xwe ji dest dane.[7]
Lîsteya kesên ku hatine kuştin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kesên ku bûne armanc êrîşê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hasret Gültekin
- Muhlis Akarsu (45 salî), hunermend
- Muhibe Akarsu (45)
- Gülender Akça (25)
- Metin Altıok (53), helbestvan, nivîskar û feylesof
- Mehmet Atay (25), rojnamevan
- Sehergül Ateş (30)
- Behçet Sefa Aysan (44), helbestvan
- Erdal Ayrancı (35)
- Asım Bezirci (66)
- Belkıs Çakır (18)
- Serpil Canik (19)
- Muammer Çiçek (26), aktor
- Nesimi Çimen (62), helbestvan û nivîskar
- Carina Cuanna Thuijs (23), rojnamevana holendî
- Serkan Doğan (19)
- Murat Gündüz (22)
- Gülsüm Karababa (22)
- Uğur Kaynar (37)
- Emin Buğdaycı (18)
- Asaf Koçak (35), karîkatorîst
- Koray Kaya (12)
- Menekşe Kaya (15)
- Handan Metin (20)
- Sait Metin (23)
- Huriye Özkan (22)
- Yeşim Özkan (20)
- Ahmet Özyurt (21)
- Nurcan Şahin (18)
- Özlem Şahin (17)
- Asuman Sivri (16)
- Yasemin Sivri (19)
- Edibe Sulari (40), hunermend
- İnci Türk (22)
- Cengizhan Demir (22)
Xebatkarên otêlê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ahmet Öztürk (21)
- Kenan Yılmaz (21)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Komkujiya Madimakê: Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madîmakê çi qewimî?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 2 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.
- ^ "32emîn Salvegera Komkujiya Sêwasê: Çi qewimî, kê çi got, kê parastina kujeran kir?". haber.sol.org.tr (bi tirkî). 2 tîrmeh 2025. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.
- ^ Daxuyaniya çapemeniyê ya Azîz Nesîn a li ser Komkujiya Sêwasê (bi tirkî), roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025
- ^ "Em qurbaniyên komkujiya Sêwasê bi bîr tînin". CNN Türk (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.
- ^ "Piştî komkujiya Madimakê kîjan rojnameyê çi nivîsand?". t24.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.
- ^ "Komkujiya Sêwazê". www.youtube.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.
- ^ "Wayback Machine". www.radikal.com.tr. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2025.