Komkujiya Vartinîsê 1993

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komkujiya Vartinîsê
Lîsteya kesên ku di komkujiya de hatine kuştin li muzexaneya komkujiyê li Vartinîs.
CihVartinîs, Tîl, Mûş
Dîrok3ê çiriya pêşîn 1993(1993-10-03) 5ê çiriya pêşîn 1993(1993-10-05)
Cureyê êrîşê
Komkujî
Mirî9 kes
Êrîşkarartêşa dewleta tirk
Hj. sizakirî
Tine
Biryara dadgehêHemî kujer hatine berdan
biguhêreBelge

Komkujiya Vartinîsê, (bi tirkî: Altınova Katliamı) yek ji komkujiyeke ku ji aliyê dewleta tirk ve li hemberî malbateke kurd ve pêk hatiye. Komkujî li bajaroka Vartinîsa bi ser navçêya Tîla Mûşê, di 3ê cotmeha sala 1993an de pêk hatiye.[1]

Şewitandina bajarokê û komkujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vartinîs li herêmê bi nasnameya bajarokeke welatperwer tê zanîn ku di wê serdemê de li hemberî hemî zextên dewletê niştecihên bajarokê cerdevaniya gundan (bi tirkî: köy koruculğu) nepejirandin ev jibo dewleta tirk bû sedema dijmintayayiya gelê bajarokê.[2] Beriya komkujiyê tevgera leşkerên tirk li herêmê zêde bibû. Li çiyayê bajarokê di navbera hêzên PKKê û dewletê tirk de şer derket. Di şer de leşkerekî Tirk hate kuştin. Piştî vegerê leşkerekî tirk "Ezê îşev agir bi Vartinîs berdim û li ser serê we bînim xwarê" dibêje û leşker ji bajarokê derdikevin.[3]

Wêneyên malbata kurd ku di komkujiyê de hatine şewitandin.

Roja 3ê cotmeha sala 1993an berê sibê bi hêjmarek zêde leşkerên tirk vedigerine bajarokê û dest bi şewitandina avahî û bajarokên dikin. Bi ronikirina rojê re gelek ciwan niştecihên bajarokê bi derfetên xwe ji bajarokên derdikevin. Jiber girtina li derveyî bajarokê û metirsiya kuştinan gelek gel jî di bajarokê asê mabûn. Leşkerê tirk avahî, govên pez, giha, ka û tiştên ku tên şewitandin çi didîtin agir berdidanê. Nava rojê de komek leşker li navenda bajarokê digeriyan di wî demê de zarokekî qîz ya Nasir Ogut li ji leşkeran re nîşana serfirazî yê dike.[4][5] Nîşana vê zarokê bû sedema komkujiya malbata wê. Komek leşker dor avahiya piçûk a bavê zaroka qîz, Nasir Ogut girtin û agir berdanê. Bi şewitandina avahî re jinekî cînar dibîne ku hevjîna Nasir di nav agirê de ye û du zarokê xwe yên 2 û 4 salî dixwezê ku di pencerêra tavêje derva û ji leşkeran dixwaze ku bihêlin ew zaroka xwe ji şewatindinê xilas bike lê leşkerên tirk wan zarokê carek din dîsa tavêjin nav agirê. Ji malbatê bi tin qîza herî mezin ku di wê demê de li mal nebû ji komkujiyê xilas dibe.[6] Di komkujiyê 7 zarok, Nasir Ogut û hevjîna wî, bi temamî 9 kes jiyana xwe jidest didin. Kesên ku di komkujiya de hatin şewitandin nav û temenên wan wiha ye: Nasır Öğüt (43), hevjîna wî Eşref Öğüt (43) Zarokên wan: Sevim(13), Sevda (12), Şakir(11), Mihemet Şirîn (8) û her sê zarokên di navbera 1 û 4 saliyan de, Cihat, Aycan, û Cîhan.[7]

Hewildanên dadweriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi ser serlêdana qîza wanê mezin ku di dema komkujiyê de li mal nebû piştî lêpirsîna heşt salan li bajarê Mûşê doz hat vekirin.[8] Piştî demekî bi navê sedema ewlehiyê dozê ji dadgeha Mûşê neqlî bajarê Kirikkaleyê kirin.[9] Dozgera giştî di derbarê çar leşkerên tirkên ku komkujiyê birevbirine doz vekir. Jiber ku bûne sedema kuştina 9 kesan û jibo her qurbaniyan di navbera 20 û 25 sal, bi temamî ji bo her leşkera di navbera 180 û 225 sal cezayê girtîgehê xwest û doz jibo dîroke din hate paşdeavêtin.[10] Doza di 1ê adara 2016an de komîteya dadgehê leşkerek hêşt û jibo sê leşkerên din taloq xwest. Doza 2ê nîsana 2018an Dozgera giştî ya dewleta tirk xwest ku doz bê qewinkirin. Hemî serlêdanên Aysel Ogut (qîza Nasir Ogut) û parêzeran bê encam man û hemî kujer hatin taloqkirin.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası". FAİLİ BELLİ (bi tirkî).
  2. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası". FAİLİ BELLİ (bi tirkî).
  3. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası Bugün Görülüyor". Hafıza Merkezi (bi tirkî).
  4. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası Bugün Görülüyor". Hafıza Merkezi (bi tirkî).
  5. ^ "Bir görgü tanığının anlatımıyla 22 yıl önce yapılan 'Vartinis Katliamı'". demokrathaber.org (bi tirkî).
  6. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası Bugün Görülüyor". Hafıza Merkezi (bi tirkî).
  7. ^ "HDP Vartinis Katliamı için Meclis araştırması istedi - Özgür Manşet". ozgurmanset.net (bi tirkî). 3 çiriya pêşîn 2019.[girêdan daimî miriye]
  8. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası Bugün Görülüyor". Hafıza Merkezi (bi tirkî).
  9. ^ Vartinis Katliamı (bi îngilîzî), roja gihiştinê 9 adar 2021
  10. ^ "9 kişinin yakılarak öldürüldüğü Vartinis Katliamı davasında karar çıktı: Tüm sanıklara beraat!". T24 (bi tirkî).
  11. ^ Vartinis Katliamı (bi îngilîzî), roja gihiştinê 9 adar 2021