Konstantînos Kavafîs
Konstantînos Kavafîs (29'ê avrêlê 1863 - 29'ê avrêlê 1933) helbestvanekî yewnan bû.
Helbestek ji Kavafîs[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
BAJÊR
Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din
wê he be helbet ji vî çêtir bajarek
li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;
dilê min binax e -weke meytekî-
li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min
xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim
ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim
belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"
Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî
wê li dûv te were ew bajêr tim.
Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa
li heman taxê kevn bikî salan;
wê li heman malan têkevin
porên te tayê spehî
herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.
Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun
çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê
tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din
Kavafîs
Werger:Dûrzan Cîrano