Kopenhag

(Ji Kopenhagen hat beralîkirin)
Kopenhag
København Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext
København Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Nîşan

Mertal
Bernavk:
Wonderful Copenhagen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kopenhag li ser nexşeyê
Map
Kopenhag li ser nexşeya Danîmarka nîşan dide
Kopenhag
Kopenhag
Koordînat: 55°40′34″Bk 12°34′8″Rh / 55.67611°Bk 12.56889°Rh / 55.67611; 12.56889
DewletDanîmarka, Kingdom of Denmark Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Capital Region of Denmark (2007–)
  • Copenhagen Municipality (–2007) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Danîmarka
  • Yekîtiya Kalmarê
  • Kingdom of Denmark
  • Denmark–Norway (1524–1814)
  • Copenhagen Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1167 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarSophie Hæstorp Andersen (Social Democrats, 2011–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 86,2 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
14 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
644.431 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • Central European Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperkk.dk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kopenhag (bi danî: København), paytext û bajarê herî qerebalix ê Danîmarkayê ye ku li dora 1.4 milyon kes li qada bajarî û zêdetirî 2 milyon kes li qada metropolî ya berfireh a Kopenhagê jiyan dikin.[1] Bajêr li ser giravên Zeland û Amager e ku ji bajarê Malmö ya Swêdê, bi Tengava Øresundê veqetandî ye hatiye avakirin. Pira Øresundê her du bajaran (Malmö, Swêd û Kopenhag, Danîmarka) bi rêya asfalt û rêya rêhesinî bi hev ve girêdaye.

Kopenhag di despêkê de gundek masîgiran a vîkîngan bû ku di sedsala 10an de li dora Gammel Stranda ya niha hatiye damezrandin. Kopenhag di destpêka sedsala 15an de dibe paytexta Danîmarkayê. Bajêr di destpêka sedsala 17an de, bi sazî, berevanî û bi hêzên xwe yên çekdar ve pozîsyona bajêr wekî navendek hêzî ya herêmî bihêztir bûye. Di dema Ronesansê de bajar wekî paytexta defakto ya Yekîtiya Kalmar karûbar dike ku dibe navenda padîşahiyê ku piraniya herêma bakurê îro di dema yekîtiya Swêd û Norwêcê de ji hêla padîşahê danîmarkî ve wekî serokê dewletê tê birêvebirin. Bajar wekî navenda çandî û aborî ya Skandînavyayê di bin yekîtiyê de ji 120 salan zêdetir geşedan dibe ku ji sedsala 15an dest pê dike heya destpêka sedsala 16an dema ku yekîtî hatiye hilweşandin û Swêd bi serhildanek ji yekîtiyê derdikeve berdewam dike. Di van de avakirina navçeya bi prestîj a Frederiksstaden û damezrandina saziyên çandî yên wekî Şanoya Qral û Akademiya Qraliyetê ya Hunerên Bedew hebûn. Piştî ku Horatio Nelson êrîşî fîloya Dano-Norwêcî kir û bajar bombebaran kir, bajar ji nû ve bi avakirinên di Serdema Zêrîn a Danîmarkî de bi dîmenek neoklasîkê ji mîmariya Kopenhagê bajar carek din dîsa hate avakirin. Piştre, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Plana Finger a avakirina xanî û karsaziyan li ser pênc rêyên trênê yên bajarî yên ku ji navenda bajêr derdikevin hatine avakirin.

Ji destpêka sedsala 21an vir ve, Kopenhagê pêşketinek bajarî û çandî ya bihêz dîtiye ku pêşveketin bi veberhênanên sazî û binesaziya bajêr hêsan bûye. Bajêr navenda çandî, aborî û rêvebirî ya Danîmarkayê ye ku bajêr bi Borsaya Kopenhagê re yek ji navendên darayî yên mezin ên Ewropaya Bakur e. Aboriya Kopenhagê di sektora karûbarê de pêşkevtinên bilez dîtiye, nemaze bi înîsiyatîfa di teknolojiya agahdarî, derman û teknolojiya paqij de pêşketin bidest xistiye. Ji dema qedandina Pira Øresundê ve, Kopenhag bi parêzgeha Scania ya Swêdê û bajarê Swêdê ya herî mezin, Malmö re her ku diçe entegre bûye, ku Herêma Øresund a ya bajêr ava bûye. Digel hejmarek pirên ku navçeyên cihêreng bi hev ve girêdidin, dîmena bajêr bi park, restaurant û beravên avê ve tê diyar kirin. Kopenhagê bi nîşaneyên wekî Baxçeyên Tivoli, Peykerê Mermaidê Biçûk, Qesrên Amalienborg û Christiansborg, Keleha Rosenborg, Dêra Frederik, Borsen û gelek muzexane, xwaringeh û bi klûbên şevê balkêşan dikişîne.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Population and population projections - Statistics Denmark". web.archive.org. 8 sibat 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 sibat 2017. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]