Zimanê danîmarkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Danîmarkî (bi danîmarkî: dansk, bi înglîzî: Danish) zimanekî ji zimanên germanî yên bakurî (ko herwesa dibijin wan zimanên skandînavyayî) ye, ko ew jî zimanek ji zimanên germanî yên malbata zimanên hind û ewropî ye. Nêzî 6 milyon kesan ko pirraniya wan li Danîmarkayê ne bi zimanê danîmarkî dipeyvin. Nêzî nîv milyon kesan ji li deverên bakurê herêma Schleswig-Holstein a Elmanyayê bi vî zimanî diaxivin û zimanê danîmarkî li wan deveran rewşa zimanekê kêmaniyan hene. Li Grînland û Gizirtên Faroe jî zimanê danîmarkî zimanekê fermî ye.

Polandin (sinfandin)[biguherîne]

Zimanê danîmarkî û zimanê swêdî bihevra koma rojhilatî ya zimanên nors pêkdiînin û zimanê norwêcî û îslandî koma rojavayî. Lê danîmarkî û zimanê Bokmål li Norwêcê gelek ji hevdu nêzîk in.

Hersê zimanên swêdî, danîmarkî û norwêcî jibo axivtinkerên wan hersê zimanan dihên fehmîn.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)