Kovara Çand

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kovara Çand kovareke çandî û edebî ya bi kurdî bû ku bi du hijmaran li Urmiyeyê derketiye.

Hejmara duyem a kovara kurmancî ya Çand sala 2011'an li Urmiyeyê rojhilatê Kurdistanê derket ku ji aliyê Enstîtûya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê dihat weşandin. Kovara Çand bi awayekî navxwe ji aliyê enstîtûya navborî dihat çap û belavkirin û xwerî kurmancî ye.

Rêveberiya kovara Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Desteya Weşana kovara Çand ji çend nivîskar û wêjevanên kurmanc pêk tê ku kovarê rêve dibin.

  • Sernivîskarê kovara Çand Eskender Ceiferî bû û rêveberiya nivîsînî jî Yûsif Klûnekzade bû.

Hijmarên kovarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pişt re ew kovar di hejmara duyem de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat qedexekirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]