Here naverokê

Ûrmiye

(Ji Urmiye hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Ûrmiye (cudakirin) binêre.
Ûrmiye
ارومیه
Ûrmiye li ser nexşeya Rojhilata Kurdistanê nîşan dide
Ûrmiye
Ûrmiye
Ûrmiye (Rojhilata Kurdistanê)
Ûrmiye li ser nexşeya Îran nîşan dide
Ûrmiye
Ûrmiye
Ûrmiye (Îran)
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Ûrmiye
Navçe Ûrmiye
Nahiye Navend
Demografî
Navê nîştecihan ûrmiyeyî
Gelhe 963.738 (2011)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.355
Koordînat 37°32′58″Bk 45°04′11″Rh / 37.54944°Bk 45.06972°Rh / 37.54944; 45.06972
Wêne
Wêne ya Ûrmiyeyê ji esmanê

Ûrmiye[1], Urmiya[2], Wirmê[3] an Urmê[4] (bi farisî: اورمیه‎), yek ji bajarên Rojhilata Kurdistanê ye. Bajêr piştî sedsala 9ê berê zayînê bajarek ûrartûyan û manan bû û di sedsala 8ê berê zayînê de jî yek bajarên Împeratoriya Medan bû. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 kes e. Xelkê Ûrmiyê bi zimanê kurdî kurmancî û bi zimanê tirkiya azerbaycanê diaxivin. Bajar li bilindahiya 1.330 metre ji asta deryayê ye li kêleka çemê Şehar li ser deşta Urmiyê hatiye avakirin. Bajêr li ser sinorê sêxala Rojhilata Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê cih digire. Gola Ûrmiyeyê ku yek ji mezintirîn golên şor ên cîhanê ye û li rojhilatê bajêr e.

Bajar navenda bazirganiyê ya herêmeke çandiniyê ya berhemdar ku fêkî (bi taybetî sêv û tirî) û titûn lê tê çandin. Her çiqas piraniya şêniyên bajêr misilman bin jî, dîroka ji baweriyên din bi awayekê baş hatiye parastin ku bi taybetî bermayiyên gelek dêr û katedralên li bajêr hatine parastin.

Ûrmiye di sedsala 9an de bajarekî girîng bû lê nifûsa bajêr pirreng bû ku carinan misilman (şîa û sunnî), xiristiyan (katolîk, protestan, nestûrî û ortodoks), cihû, bahayî û sofiyan jî di nav de bûn. Li dora sala 1900an, xiristiyan ji %40ê ji zêdetir nifûsa bajêr pêk dianîn.

Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di kitêba xwe bi navê Studies in Armenian Etymology di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê Ermenî de wate divarê derûdora bajêr. Paşê dibêje ormi digel ὅρμος / hormos a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike.

Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyarê dîn ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud, Ûr- (bajerekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Silêman) û -miye (av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan. Samuel Noah dibê ku orum digel ho-ru-um a di navê horumkoraka ya Sumêrê ku navê çiyayekî di Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê ye hevkok be. Minorsky, ji ber ku di hin nivîstekyên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlevî girtî bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema sasaniyan de Çîçist bû ye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Pêxembera Zêrdeşt bû ye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.

Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Nexede û Şino yê.

Ûrmiye navenda parezgeha Azerbaycana Rojava (bi kurdî parêzgeha Ûrmiye) ye ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduav, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê. "Menda-Avdî"

Dabeşkirina bexşê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Ûrmiye (bexş)

Gundistanên bexşê:

  • Merkezî (navend) (lمرکزی), gundistanên vê bexşê ev in:
    • Berandiz (باراندوز)
    • Berandizçaya Serî (باراندوزچای شمالی)
    • Berandizçaya Binî (باراندوزچای جنوبی)
    • Turkeman (ترکمان)
    • Bekşlûçay (بکشلوچای)
    • Dol (دول)
    • Nazlûya Binî (نازلوی جنوبی)
    • Başqela (باش قلعه)
    • Rozeçay (روضه چای)
Şaristana Ûrmiyeyê

Li gorî Vladîmîr Mînorskî beriya zayînê di sala 2000an de Deşta Ûrmiyê gund û şaristaniyên Ûrmiye beşeke ji Mîrektiya Wanê bû. Vekolîna bermahiyên kevnar ên li nêzîkî Ûrmiyê bû sedema dîtina kelûpelên xwaringehê ku dîroka wan vedigere sedsala 20an a berî zayînê. Di demên kevnare de li aliyê rojavayê Gola Ûrmiyê jê re Gilzan dihate gotin û di sedsala 9an a berî zayînê de hikûmeteke serbixwe li wir desthilatdar bûye desthilatdar ku piştre tevlî Împeratoriya Ûrartûyan yan jî Împaratoriya Menanan bûye. Di sedsala 8an de berî zayînê, dever heya ku ew beşdarî Împeratoriya Medan bûye, jêrdestê Hikûmeta Asuzhan bû.

Suryaniyên ku ji ber êrîşa Tîmûr a Bexdayê rizgar dibin, ji Başûrê Kurdistanê reviyabûn çiyayên Colemêrgê piştre li rojavayê gola Ûrmiyê bicih dibin û ev herêm heta sedsala 19an wekê cih û warên wan dimîne.[5][6]

Di serdema sefewiyan de, tirkên osmanî yên cîran ku dijberê sefewiyan bûn çend caran êrîşî bajêr kirin û çend caran bajêr dagirkirin lê di her dagirkirinê de sefewiyan carekê din dîsa bi serketî kontrola deverê bi dest dixin. Dema ku di sala 1622an de, di serdema şahê Sefewî Ebbas I (j.1588-1629) Qasem Sultan Efşar ku wekê waliyê Mûsilê hatibû tayînkirin,[7][8] piştî demek kurt ji ber derketina nexweşiya webayê neçar dimîne ku dest ji wezîfeya xwe berde.[8] Piştre diçe Rojhilata Kurdistanê û dibe damezrênerê civata Efşar a Ûrmiyê.[8] Bajêr ji sala 1747an heya sala 1865an dibe paytexta Xenedana Ûrmiyeyê.

Ji ber hebûna kêmneteweyeke girîng a xiristiyanên di dawiya sedsala 19an de Ûrmiyê di sala 1835an de wekê cihê yekem ê mîsyoneriya xiristiyan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Îranê hatiye hilbijartin ku xebatên mîsyoneriyê bi serokatiyên Justin Perkins (1805–1869) û Asahel Grant (1807–1844); û piştre Fidelia Fiske (1816–1864), Joseph Gallup Cochran (1817–1871) û Joseph Plumb Cochran (1855–1905) hatibû berdewam kirin.[9]

Di sedsala 19an de herêm bûye navenda vejîneke kurt a asûrî û gelek pirtûk û rojname bi zimanê suryanî hatin weşandin. Ûrmiyê her wiha navenda dîyoseza keldaniyan bû.[10][11]

Di dawiya sala 1914an de hêzên osmanî di bin fermandariya Enwer Paşa de bi armanca ku xanedaniya osmanî bixin nav şer, çalakiyên nepenî li herêmê zêde kirine.[12] Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, di du salên pêş de bajar çend caran di navbera rûsan û leşkerên osmanî û kurdan de dest guhertiye.[13] Di sala 1914an de berî ragihandina şer ên li dijî Rûsyayê, hêzên osmanî ji sinorê Îranê derbas bûne û gundên xiristiyanan wêran kirine. Êrîşên berfireh di dawiya îlon û cotmeha sala 1914an de gelek gundên asûriyan hatine armanc girtine û êrîşkar nêzîkî Ûrmiyeyê bûne.[14] Ji ber êrîşên osmaniyan, bi hezaran xiristiyanên ku li ser sinor dijiyan reviyane Ûrmiyeyê.[15]

Di vî bajarî de yek ji pêşengên tevgera Kurdayetiyê Dr. Qasimlo hatiye dinê.

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî û Kardarî dijîn.

  1. ^ Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.
  2. ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 42:1.
  3. ^ Ebdulla Xafor (1996). Cografyay Kurdistan. APEC
  4. ^ Gîwî Mukriyanî (1999/2010). Ferhengî Kurdistan. Kurdî-kurdî. Enstituya Kurdî ya Amedê
  5. ^ Skutsch, Carl (7 çiriya paşîn 2013). Encyclopedia of the World's Minorities (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-135-19388-1.
  6. ^ Skutsch, Carl (7 çiriya paşîn 2013). Encyclopedia of the World's Minorities (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-135-19388-1.
  7. ^ Nasiri, Mirza Naqi (2008). Titles and Emoluments in Safavid Iran: A Third Manual of Safavid Administration. Mage Publishers. ISBN 978-1-933823-23-2.
  8. ^ a b c electricpulp.com. "Encyclopædia Iranica | Articles". www.iranicaonline.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 adar 2026.
  9. ^ Speer, Robert Elliott (1911). The Hakim Sahib, the Foreign Doctor: A Biography of Joseph Plumb Cochran, M. D., of Persia (bi îngilîzî). Revell. ISBN 978-0-7950-1105-4.
  10. ^ "CATHOLIC ENCYCLOPEDIA: Urmiah". www.newadvent.org. Roja gihiştinê 9 adar 2026.
  11. ^ Naby, Eden (2007). "Theater, Language and Inter-Ethnic Exchange: Assyrian Performance before World War I". Iranian Studies (bi îngilîzî). 40 (4): 501–510. doi:10.1080/00210860701476510. ISSN 0021-0862.
  12. ^ "Project MUSE - Genocide Studies International". muse.jhu.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 adar 2026.
  13. ^ Tejirian, Eleanor H.; Simon, Reeva Spector (30 çiriya pêşîn 2012). Conflict, Conquest, and Conversion: Two Thousand Years of Christian Missions in the Middle East (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-51109-4.
  14. ^ Gaunt, David (21 kanûna pêşîn 2006). 4. Playing with Fire: Occupied Urmia (bi îngilîzî). Gorgias Press. rr. 81–120. doi:10.31826/9781463210816-009. ISBN 978-1-4632-1081-6.
  15. ^ Talay, Shabo; Barthoma, Soner Onder, edîtor (2018). Sayfo 1915: an anthology of essays on the genocide of Assyrians/Arameans during the First World War. Gorgias Eastern Christian studies. Piscataway, NJ: Gorgias Press. ISBN 978-1-4632-0730-4.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]