Kowloon Walled City

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kowloon Walled City (1989)
Yamen avahiyeke dîrokî ya hikûmeta Çînê bû, li Parka Kowloon Walled City

Kowloon Walled City anku Bajarê Bisûr ê Kowloon (bi çînî: 九龍城寨, bi tîpguhêziya pinyin: Jiǔlóng Zhàichéng, bi tîpguhêziya jyutping: Gau2lung4 Zaai6Sing4) cihwarekî bêserûber û bi qelebalix bû ku li navçeya Kowloon City ya Hong Kongê bû.

Bi eslê xwe bîrceke leşkerî ya çînî bû ku dora wê bi dîwar ve hatibû dorpêçkirin. Piştî ku Herêmên Nû ji hêla Çînê ve di 1898an de ji Brîtanya Mezin re hatin kirêkirin, bajarê dîwar bû cihekî niştecîbûnê. Hejmara nîştecihan pîştî Şerê Cîhanî yê Duyem zêde bû û di sala 1990î de, bajarokê nêzîkê 50.000 mirov di nav sînorên xwe yên 2,6 hektar de bicîh kir [1]. Bajar ji salên 1950an heya 1970an ji hêla triad û mafya herêmî ve hate kontrolkirin, bajar bû navendeke bilind a leşfiroşî, qumarleyîstin û tiryakê.

Di meha kanûna paşîn a 1987an de, hikûmeta Hong Kongê planên hilweşandina bajêr ragihand. Piştî pêvajoyek valakirina xedar, hilweşandin di adara 1993an de dest pê kir û di nîsana 1994an de qediya. Kowloon Walled City Park di kanûna pêşîn a 1995an de hate vekirin. Hin berhemên dîrokî yên li bajêr li vir hatine parastin, tê de bermahiyên avahiya yamen û deriyê başûr jî hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Life Inside The Most Densely Populated Place On Earth [Infographic]". Popular Science (bi îngilîziya amerîkî). 18 adar 2019. Roja gihiştinê 29 tebax 2021.
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.

Gîredanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Malpera fermî for Kowloon Walled City Park, Leisure and Cultural Services Department (LCSD).