Here naverokê

Kuştina bi guleyan li dibistana Robb a Uvalde (Teksas, DYA) 2022

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kuştina bi guleyan li dibistana Robb a Uvalde (Teksas, DYA)
CihUvalde, Teksas DYA
Dîrok25ê gulana 2022an
Cureyê êrîşê
Êrîşa çekdarî
Mirî21
ÊrîşkarSalvador Ramos
LêpirsînBerdewam e.
Biryara dadgehêNe diyar e
biguhêreBelge

Kuştina bi guleyan li dibistana Robb a Uvalde, êrîşekî komkujî ye ku di 24ê gulana 2022an de ji aliyê êrîşkar Salvador Ramos ê 18 salî ve li dibistana seretayî ya Robb a li bajarê Uvalde ya Teksasê li Amerîkayê pêk hatiye. Di encamê de 19 zarok û du mamoste hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.[1] Salvador Ramos jî ji aliyê hêzên ewlehî yên Amerîkayê ve di heman rojê de hate kuştin.

Uvalde bajarekî bi piranî hîspanî ye ku bi qasî 16 000 kesan li herêma Teksasa Başûr dijîn. Bajar bi qasî 100 km dûrî sînorê Dewletên Yekbûyî û Meksîkê ye û bi qasî 135 km dûrî San Antonio ye.[1]

Nêzîkî ji sedî 90 ji xwendekarê dibistana seretayî ya Robb hîspanî ye û nêzîkê ji sedî 81 nifûsa xwendekar ji paşerojên aborî yên paşwendiyê tên.[2] Dibistan jibo 600 xwendekaran, ji pola duyem heta ya çarem li bajarê Uvalde, Teksasê perwerde dida.[3]

Êrîşa çekdarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êrîşkar, danê sibê demjimêr di 11.30an de di dema nîqaşekê de dapîra xwe li mala wan li Uvalde gulebaran kir û dapîra wî bi vî êrîşê birîndar bû.[4]

Ramos piştre re bi SUVe kî xwe li xendeqekî li derveyî dibistanê qelibî.[4] Li gorî polîsan Romos çekbendekî bê plake (çekbendên taktîkî) li xwe kiribû û çenteyek piştan, hemî kincên reş lê bû, demançe, tivingek AR-15 û çend şerjorên xwedî kapasîteyên bilind pê re hebûn. Ramos piştre polêsek UCISD ku hewl da nehêle ew bikeve hundirê dibistanê, lêda wî birîndar kir.[5]

Ramos di danê sibê demjimêr di 11.30an di deriyê başûr re derbasî dibistanê dibe. Piştî demeke polîsan ragihand ku bangên li ser wesayîta ku nêzîkî dibistanê û ku kesekî çekdar bi tivingê derbasê hundir bûye, hatiye xeta 911ê yê.[6] Şahidek anî ziman ku Ramos pêşî gule berda du kesên li malekî sersaxiyê ya nêzîk lê her du kesên li wî avahiyê bûn bê birîndarî xwe xilas kirine.[7] Ramos dema xwe gihandiye dibistanê ji 40ê heta 60 xulekan li avahiya dibistanê berî ku polîs wî rawestîne zarokan kuşt.[8]

Zarok û kesên ku hatine kuştin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di encama gulebaranê de 19 xwendekarên zarok û du mamosteyên ku hatine kuştin ev in:[9]

  • Uziyah Garcia, 9
  • Xavier Javier Lopez, 10
  • Jose Flores, 10
  • Miranda Mathis, 11
  • Eva Mireles, 44
  • Ellie Garcia, 10
  • Tess Marie Mata, 10
  • Eliahana "Elijah" Cruz Torres, 10
  • Annabell Guadalupe Rodriguez, 10
  • Irma Garcia, 48
  • Nevaeh Bravo, 10
  • Makenna Elrod, 10
  • Maite Yuleana Rodriguez, 10
  • Alithia Ramirez, 10
  • Jayce Carmelo Luevanos, 10
  • Jailah Nicole Silguero, 11
  • Rogelio Torres, 10
  • Alexandria "Lexi" Aniyah Rubio, 10
  • Amerie Jo Garza, 10
  • Jackie Cazares, 10
  • Layla Salazar, 10
  1. ^ a b Twitter; Instagram; Email; Facebook; Twitter; Instagram; Email; Facebook; Twitter (24 gulan 2022). "19 children, 2 adults killed in Texas in the deadliest school shooting since Sandy Hook". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 25 gulan 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  2. ^ CNN, Jennifer Henderson, Jamiel Lynch and Eric Levenson. "Shooting at a Texas elementary school leaves 14 students and a teacher dead, governor says". NewsWatch 12 KDRV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ Fieldstadt, Suzanne Gamboa, Dennis Romero, Minyvonne Burke and Elisha (24 gulan 2022). "19 children, 2 teachers killed in Texas elementary school shooting". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ a b Diaz, Moriah Ballard, Robert Arnold, Mario (24 gulan 2022). "SUSPECT INFO: New details obtained about 18-year-old shooter who officials say killed 19 students, 2 adults at Texas elementary school". KPRC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ News, A. B. C. "At least 19 children, 2 teachers dead after shooting at Texas elementary school". ABC News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  6. ^ CNN, Nicole Chavez, Dakin Andone and Elizabeth Wolfe. "Parents waited late into the night for dead children to be identified after Texas elementary school massacre". CNN. Roja gihiştinê 25 gulan 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  7. ^ "Onlookers urged police to charge into Texas school". AP NEWS (bi îngilîzî). 25 gulan 2022. Roja gihiştinê 26 gulan 2022.
  8. ^ "'More could have been done': Texas police under scrutiny over response to school shooting". the Guardian (bi îngilîzî). 26 gulan 2022. Roja gihiştinê 26 gulan 2022.
  9. ^ "Remembering the victims of the horrific Uvalde school shooting". The Houston Chronicle (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 gulan 2022.