Kumspî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kumspî navê xwarineke kurdî ye. Ji bacanreşk û penîrê ye. Penîrê pişirandî li ser xwarinê tê werkirin, rengê wê spî dibe. Navê xwe ji wir digire. Ango dişibe seriyên bi kumên an kolosên spî.

Kumspiyên îro ne êdî ewqas spî ne, lewra niha bi penîrên qaşar tên çêkirin ku rengê wê jî hinekê zer e.

Mîrên kurd zebzexwur û hevîrxwur bûne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev xwarin derbasê gelên cîran jî bûye. Paşayên Osmanîyan ev xwarin pirr ecibandine û jê re hunkar begendi - key eciband, jê hezkir gotine.

Xwarina xizan û gundiyên Kurdistanê heya palasên Fars û Osmaniyan belav bûne. Mîr û keyên kurdan ji xwarinên bi zebze û hevîrê hezkirine, yên romiyan (tirkan) û rojavayiyan jî ji yên bigoşt.

Sedemekê viya ev bûye ku li Kurdistanê goşt, li cem wan jî sebze pirr bûye. Kurdistan welateke çiyayî ye. Ji cotyariyê bêhtir, ajalvanî rûdaye. Di pêjgeha kurd de xwarinên herî xweşik û bitehm, ên bi zebzeyan in. Rêza duyemîn de xwarinên ji hevîrê cih digire.

Berkeliya kumspiya nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 3 bacanreşk
  • 1 lîmon
  • Xwê
  • Nargîl (gûza hindê) (ev berê nebû, mecbûrî jî nîne lê tehmê xweş dike)
  • Nîvê stekanê arda (arvan)
  • 100 gr rûnê nivîşkî
  • 1 stekan penîra pişirandî ya qaşar
  • 4 stekan şîr

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bacanên xwe saxî li ser agir bibirijînin. Qalikên wan bigirin û têxin nava ava bi lîmonê. Ji wir derînin, biguvişînin, hûr bikin.

Ardê xwe di nava rûnê nivîşkî de biqelînin, bacanê xwe berdin navê, bi hev re hinekê biqelînin. Şîr rokin navê, agirê xwe kêm bikin bila bikele.

Penîrê qaşar (herwiha yê spî jî dibe, lê qaşar baştir e) li rêşkerê bidin (rende), gûzê hindê û xwê tevlî bikin û baş tevbidin. Êdî dikare were ser destexaneyê.