Kursî
Xuyakirin
Kursî, sendelî an jî sandalî mobîlyayek e ku bo rûniştinê tê bikaranîn. Di zimanê zarokan de li jê re çûço dibêjin ku zarok ji rûniştinê re dibêjin çûçî. Çûço herwiha kursiyê pitokan e ku tê de nakevin.
Piranî çar pêyên kursiyê hene. Kursiyên bêpalpişt (para wan nîne) jî hene ku li kafêxaneyên Kurdistanê gelek tên bikaranîn. Ev kursiyên bêpalpişt jî çarpêyî ne û cihê rûniştinê ji qayîşê yan cîlê hatine ristin. Kursiyên Amedê navdar in.
Cureyên sereke yên kursiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kursiyên Amedê
- Kursiyên barê, bi almanî Schemel
- Çûço
- Kursiyên hejînok, bi îngilîzî rocking chair
- Kursiyên buroyê, kursiyên zivirok, kursiyên çerxende
- Kursiyên otomobîlan
- Kursiyên zayanxaneyan, bo zayînê tên bikaranîn
- Kursiyên dêrê
- Kursiyên paldanê, kursiyên mirov xwe li ser wan ber tavê didin
- Kursiyê Windsor, bi îngilîzî Windsor chair
- Kursiyên bermil, bi îngilîzî kneeling chair
- Kursiyên navşeqî, bi îngilîzî saddle chair
- Gelek cureyên kursiyên nûjen