Mobîlya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Destexaneya malê

Mobîlya (ji latînî mobilis=livdar, bi liv, bi hereket) ji alavên ku bi kêrî rûniştin, bicihkirin, xemlandin û gelek armancên din tên re dibêjin.

Berê li Kurdistanê dartaşan (darteraş, necar, xerat) di kargehên xwe de mobîlya çêdikirin û ew jî ji darê bûn. Mobîlyayên îro ne tenê ji darê, ji darên sentetîk, lajwerd, kevir, plastîk, bestir (kirar, caw, fason, qumaş) û camê ne.

Mobîlya dîsa jî pirranî ji darê tên çêkirin. Mobîlya gorî armanca bikaranînê tên çêkirin. Berê li Bakurê Kurdistanê bajarên Erzîrom, Amed, Dîlokê gelek kargehên dartaşan hebûn, ji darên cuda mobîlya çêdikirin.

Mobîlyayên demên berê yên sereke li Kurdistanê mase, kursî, destexaneya xwarinê, dolapên kincan, sandoq, qefesên bûkan (bo rihêl-cihêz), xemlên dîwanan, awêneyên (neynik) çarçoveyên wan bi dar bûn, vîtrînên biçûk ên bo fîncanan ûêd bûn.

Di dema neolîtîk de çêkirina mobîlyayan destpê kiriye. Grekî, romayî, egîptî (misir), mezopotamyayiyan bingeha kargehên dartaşan avêtine, mobîlyayên curbecur çêkirine.