Kîrmiço
Kîrmiço | |
---|---|
Kîrmiço (bi navê xwe yê latînî Biarum tenuifolium) | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Monocots |
Kom: | Alismatales |
Famîle: | Araceae |
Binefamîle: | Aroideae |
Êl: | Areae |
Cins: | Biarum |
Cure: | Biarum tenuifolium |
Navê zanistî yê latînî | |
Biarum tenuifolium L. |
Kîrmiço riweke gelekî rût û qewin e. Navên vî gihayî yên din, kîrê kalo û ereblepo ye.
Vexuyana kîrmiço
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koka xwe mezin û gilover e û lewma wekî pîvazeke xûya dike. Laskên xwe di bin erdê digihêjine heta pênc sanrîmetreyan. Pelgên xwe yên dirêj û elîpsî ji kûlîlkdana riwekê bisunde cêdibin û dirêjbûna wan digihêje heta 20 santîmetreyan. Pelg di binê riwekê dibin yek û wekî boriyeke (ku dirêjbûna xwe heta şeş santîmetreyan e) xûya dikin. Rûye xwe yê ku di hindur ve disekine dirêj û zirav e û bi rengê erxewanê ye, lê belê rûyê xwe yê derve kesk e.
Dimsika Kîrmiço ku rengê xwe erxewan e (heger ne hişk be) zirav û dirêj e, dîk disekine û li hemberî ezmên dinêre. Mezinahiya wê digihêje heta 16 santîmetreyan û qalindbûna wê jî sê mîlîmetre ye. Mêweyên Kîrmiço yan gewr yanjî kesk dibin.
Cihên kîrmiço ên xwezayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kîrmiço bi giranî li derdora Behra Spî, li Kurdistan, Fransa û Sardînyayê tê dîtin.
Ev gotara li ser riwekan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |