Sardînya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sardînya
Sardigna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sardînya li ser nexşeyê
Map
Sardînya li ser nexşeya Îtalya nîşan dide
Sardînya
Sardînya
Koordînat: 40°0′0″Bk 9°0′0″Rh / 40.00000°Bk 9.00000°Rh / 40.00000; 9.00000
DewletÎtalya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 23.949 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
384 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Navçeyên Sardînyayê
"Cixarekêşî qedexe ye", li herdu zimanên îtalî û sardûyî

Sardînya (bi îtalî: Sardegna; bi sardî: Sardigna an Sardinna) ji pê Sîcîlya re girava duyem mezina Deryaya Navîn e. Ew navbera Îtalya, Spanya, û Tûnis li başûra Korsîkayê dikeve û yek ji navçeyên otonom ên Îtalya ye.

Nave giravê dema antîk de Hyknusa (bi latînî: Ichnusa) bû. Navê îroj "Sardînya" ji Şardana, gelê berê li Sardînyayê dijî bû, de hatî ye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sardînya 180 km dûrî Nîvgirava Apennin û navbera wan de Deryaya Tîrenê e. Li 210 km başûra giravê beravên Tûnis he ne. Li bakur Korsîka 11 km dûra giravê ye navbera wan de Tengava Bonifacio he ye. Li rojavaya giravê jî Spanya ye.

Paytexta Sardînyayê Cagliari ye û rûerda xwe 24,090 km², nifûsa xwe jî 1,65 milyon e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Sardînya gelek kevin e. Li dora sedsala 10'an b.z. de fenîkeyan li Sardînya benderên bazîrganîye çêkirî bûn. Di 509 b.z. de fenîkeyan û dimatiyên Sardînyayê ve ketin hev û dimatiyên giravê ji bo alikariya banga Kartacayê kir. Ji pê wê re Sardînya kete bin destên Kartacayê. Di 238 b.z. de Împeratoriya Romayê Kartacayê di Cenga Punîş a yekem de bin xistin û Sardînya hundura xakên xwe kir.

Di navbera 456an û 534an de li Sardînyayê Vandalan, yên li Afrîkayê, serwerî ajotî bûn. Lê ew dema împerator Justinian I (yekem) de derbaza serwera Bîzansê bû.

Di sedsala 8'an de êrîşên ereban û berberiyan ser Sardînyayê dest pê kir. Di 753an de ereban nîviya giravê dest xwe xistin. 827an de heta 860an jî nêzî bi tunî girav bin destên ereban de ma. Girav pê ereban re dem bi dem kete bin destên Genova û Pisayê. Di 1323-1409an de girav di bin kergara Aragonê de bû. Di 1409an de jî girav ji aliyê Spaniyayê ve hat dagirkirin. Di demê spaniyan de gelek katalanan koça giravê kirî bûn.

Di 1718an de Sardînya bû keyatîyake feodala serbixwe. Lê 1792an de keyatî derbaza bin kergare Fransayê bû. Di 1860an de Vittorio Emanuele II Îtalya bi tunî dagir kir û bû keyê Îtalyayê ye.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Sardînyayê îtalî, sardî û katalanî tên axaftin. Li bajarê Alghero (bi katalanî: l'Alguer) 22,4% ji rûniştvanan bi zimanê katalanî diaxivin (2004).

Spor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek îtalya gîşke li Sardînyayê jî werzîşa (spora) herî dildar futbol e. Li giravê tîma herî navdar Cagliari Calcio ye. Ew yek ji tîmên serie a ye û ew di sala 1900an de hatiye sazandin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]