Lîstika Elî Cengiz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîstika Elî Cengiz: Dem û dewranên berê mirovek heye. Ev kes dikare ji rengekî bikeve rengekî din. Ev kes vê jêhatbûna xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tîne. Mînak dikare xwe li ber malê bike bizin û ji jina xwe re bibêje; ‘bibe li çarşiyê bifiroşe’. Jina wî dibe li çarşiyê difiroşe, lê ew paşê vedigere malê. Xisleteke din a vî mirovê neşîrîn û xwînsar ew e, sirr û razên xwe hînî her kesî dike. Lê piştî ku hîn dike, kesê sirra xwe hîn kiriyê dikuje. Kesê hîn dike eger bibe çivîk ew jî dibe başoke û wî dixwe. Eger ew bibe dar, ew jî dibe agir û wî dişewitîne. Axir em dirêj nekin. Her kes ji destê wî el-eman dike. Keya ferman dike ku kî karibe vî sihêrbazî bide çîzkirin wê keynika xwe bidiyê. Kes newêre derkeve pêşiya wî, lê derwêşekî xizan bi navê Elî Cengiz ji bo vê dibe namzet. Elî Cengiz xwe li nezanî û korfêmiyê datîne û li ber destê sihêrbaz dixebite hînî fen û fûtên wî dibe. Ji ber ku sihêrbaz wî kêmaqil dibîne di hînkirinê de zêde fikaran nake. Di dawiyê de roja wê derkevin pêşberî keya û li ber hev bidin tê. Elî Cengiz xwe dike beran û derdikeve ser dikê. Sihêrbaz jî dibe gurek û tê. Elî Cengiz xwe dike av û dixwaze gur bixeniqîne, lê sihêrbaz xwe kiriye agir û bersiv daye. Herduyan bi vî awayî demekê li ber hev dane. Di dawiyê de Elî Cengiz xwe kiriye gulek û avêtiye destê keya. Sihêrbaz jî xwe kiriye mêşek hungiv bersiv daye. Paşê Elî Cengiz xwe kiriye gilgil û li naverastê belav kiriye. Sihêrbaz jî xwe kiriye mirîşk û dest bi xwarina gilgilan kiriye. Elî Cengiz di vê kêliyê de xwe dike rêvî û mirîşkê dixwe. Ji bo Elî Cengiz û keynika keya çil roj û çil şevî dawet tê kirin. Herçiqasî du tiliyên Elî Cengiz kêmbûne jî dîsa vê yekê pêşî li bexteweriya wî negirtiye. Lê ji hingê ve navê Elî Cengiz bi hîlekarî, fenûfût û dekûdolaban hatiye hildan.