Laser (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kovara Laser
Kovara Laserê

Laser yekemîn kovara xwendekaran a du zaraveyî ye ku hem bi kurmancî hem jî bi kirdkî (kirmanckî) çap dibe û heta niha 6 hejmarên wê derçûne.

Kovara Laserê, di sala 2015an de ji aliyê xwendekarên lîsansê yên zanîngeha Çewlîgê yên beşa ziman û wêjeya kurdî (beşên: kurmancî û kirdkî(kirmanckî) ve hatiye derxistin. Laser bi awayê fanzîn-kovar derdikeve. Laser her cûre nivîsan diweşîne, di hejmara wê ya yekem de; çîrok, helbest, cereb, gotar û hevpevînekê cih girtibû. Kovara Laserê yekem kovara xwendekara ya bi du zaraveyî ye. Laser weşanên xwe hem bi kurmancî û hem jî bi kirdkî (kirmanckî) dike û dibe ku di hejmarên pêşerojê de "soranî"yê jî li her du zaraveyên xwe zêde bike. Her weha, "Kovara Laser"ê tekane fanzîn-kovar e ku ji aliyê xwendekarên lîsansê yên beşa kurdolojiyê yên li zanîngehên bakurê Kurdistanê ve tê belavkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

https://xwebun.org/hejmara-nu-ya-lasere-dercu/ Girêdana arşîvê 2020-06-14 li ser Wayback Machine