Lehiya Dihokê 2024

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lehiya Dihokê karesata lehiyeke mezin e ku di 19 adara 2024an de bandorek mezin li navenda Dihokê kiriye.[1][2][3] Li gorî daxuyaniyê rayedarên bajêr bi sedan xanî û kargehên bajêr ji ber lehiyê bi bandor bûne û du kesên ku di otomobîlekî de bi avê de çûne xenikîne.[2][4]

Li navenda bajêr ji ber ava lehiyê zêdetirî 100 avahî û kargehên li bajêr di bin avê de dimîne. Li herêma ku lehî bandor lê dike bi sedan kesên ku asê dimînin ji aliyê tîmên berevaniya sivîl û hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin û kesên ku li deverên lehiyê ne ji bo deverên ewle hatine veguhestin. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Bajêr a Dihokê, taxên nêzîkî ava çeman ji ber lehiyê zêdetir ziyan pêk hatiye.

Tesîra lehiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dihok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin bendaveke ku nêzîkê bajêr e ji ber barana zêde aveke gurr bi ser diwarên bendavê ve diherike û qismek ji axa li kêleka diwarên bendavê ji ber herikîna ava gur ve hatiye hilweşandin.[5] Di çend vîdeoyên din de jî ku aliyê welatiyan ve hatine kişandin li navenda bajêr kesekî ku bi avê ve diçe ji aliyê welatiyan ve tê xilaskirin.[6] Di vîdeoyên ku ji aliyê welatiyan ve hatiye kişandin tê dîtin ku gelek otomobîlên welatiyan ber bi avê ve ketine û wesayitekê din jî bi wesayitekê giran ên karê ji ber avê tê xilaskirin.[7] Li navenda bajêr tê dîtin ku welatiyek bi zorê xwe ji otomobîleke ku ber bi avê ve ketiye xwe xilas dike.[8] Li gorî pîvanên Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê a Dihokê, demjimêr ji 9ê bi roj heya 9ê şevê li Dihokê 133 milîm baran bariye.[9]

Zaxo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Barana zêde bandor li navçeya Zaxoyê jî dike. Ji ber barana zêde ava Çemê Xabûrê bilind dibe û li taxa Serê gundikê pira dîrokî ya Şehabê hildiweşe. Jiber metirsiya lehiyê şêniyên Taxa cihûyan ji malên xwe derdikevin û ber bi deverên ewlehî ve çûne.[10]

Xebatên rizgarkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li navenda Dihokê bi sedan kesên ku li deverên lehiyê asê mabûn ji aliyê tîmên berevaniya sivîl û hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin û ber bi i deverên ewlehî ve hatine veguhestin. Di dema rizgarkirinan de helîkopter û wesayitên karê hatine bikaranîn. Li gorî daxuyaniya berdevkê rêveberiya polîsên Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji 4 kesên ku di nav otomobîlên xwe de asê mabûn 2 ji wan hatine rizgarkirin û 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Berevaniya Dihokê ragihandiye ku taxên nêzîkî ava çeman ji ber lehiyê zêdetir ziyan dîtine û li van taxan xebatên rizgarkirinê hatine kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Instagram". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  2. ^ a b Lehîya Wêrankar li Duhokê Bû Sedema Zîyanên Mezin, 19 adar 2024, roja gihiştinê 19 adar 2024
  3. ^ "Vîdeoyên li ser Înstagramê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  4. ^ "Lehiya Dihokê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  5. ^ "Vîdeoyên li ser Înstagramê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  6. ^ "Vîdeoyên li ser Înstagramê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  7. ^ "Vîdeoyên li ser Înstagramê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  8. ^ "Vîdeoyên li ser Înstagramê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  9. ^ "Barana li Dihokê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 adar 2024.
  10. ^ "Lehiya Dihokê li navçeya Zaxoyê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 adar 2024.