Lerzeta

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Anopheles stephensi, yek ji cureyên pêşiyên ku nexweşiya lerzeta derbasî mirovan dikin.
Lerzeta li rûyê cîhanê

Lerzeta an jî malarya (navê zanistî: Malaria) yek ji nexweşiyên mîkrobîk e û ji mêşûleyan derbasî mirov dibe.

Li Kurdistanê terapiya bêderman a lerzetayê[biguherîne]

Berê li Kurdistanê nexweşiyeke navdar bû û pirranî jî bi bazirganiya pez ji Îranê derbasî welêt dibû. Ji ber wê ye hin caran bo mixmixkan (vizik) dibêjin "Ecem hatin". Dîsa li Kurdistanê tedawiya vê nexweşiyê bi hêsanî dihate kirin. Cax sordikirin û bi zikê nexweş ve didan, çend birînen şewatê yên piçûk çêdikirin û bi saxbûna wan birînan re lerzeta jî diçû. Ango li vir sîstema parastinê (pergala bexşangê) dihate alarmîzekirin. Sîstema parastinê bi saxkirina birînan re bi şaşî lerzeta jî sax dikir. Çima zik? Lewra ji aliyê selûlayên neurologîk ve dewlemend e, nêzîkê rûviyan e.

Îro hemlik bûye nexweşiyeke ji rêzê. Serî de têkoşîn bi mixmixkan re, bi demedorê re girîng e. Mixabin li Kurdistanê, bi taybetî li bajaran ji ber nebûna sîstemên kanalîzasyon û avê û qirêjiya demedorê dîsa jî bi hezaran zarokên kurd dimirin. Malarya şerma sazûmaniyan e. Li welatekê ku lerzeta heye, divê ne hemwelatî lê dewlet fedî bike.

Hin sîmptomên lerzetayê[biguherîne]

  • Êşa pişt û hêtan
  • Bêmadeyî
  • Zêde cirifîn
  • Xwêdan
  • Zêdetîna laş

Helbet gorî prognozê sîmptom jî diguherin. Heger nexweşî bipêşketî be werima zik, astengiya mezin a bêhnvedanê destpêdike û ev bixetereyî ne.

Malarya bi derman, bihêzkirina laş û devedoreke hîjyenîk têkdiçe.