Mixmixk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mixmixk, mêş, vizik
Mêşa Aedes aegypti
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Binefilûm: Hexapoda
Çîn: Insecta
Bineçîn: Pterygota
Jêreçîn: Neoptera
Jorekom: Endopterygota
Kom: Diptera
Binekom: Nematocera
Jêrekom: Culicomorpha
Jorefamîle: Culicoidea
Famîle: Culicidae
Binefamîleyên mêşan

Mixmixk, mêş an vizik ji mêşên ajalên ji famîleya Culicidae re tê gotin.

Di vê famîleyê de 35 eşîr û zêdetirî 2.700 cure mêş hene. Mixmixk, mêş, vizik û hwd., ji hemiyan re tê gotin. Li hin deverên Kurdistanê bi naveke din tên zanîn.

Mixmixk dikarin bi lezbûna 1,5 - 2,5 km/h bifirin. Li dora 15 mm dirêj in. Di sermayê de nizm, di germê de bi qasî 100 m bilind difirin. Bi lezbûna 5 m/h de xwînê dimijin û bi xwînmêtinê dijîn. Di 15 dq de li dora 300 mîkrolître xwînê dimijin.

Mixmixk pêdivî bi şekirê jî hene û viya ji avên giyayan digirin. Mixmixkên mê bo hêkkirinê pêdivî bi xwînê hene. Mixmixk sedemê gelek nexweşiyan e. Lewra bi gerîna xwînê mîkrob û bakteriyan digihînin laşê mirov. Bo mînak nexweşiya hemlikê.

Vîrusa HIV a ku sedemê nexweşiya AIDSê ye bi mixmixkan derbazî mirov nabe. Mixmixka mê di carekê de 200-400 hêkan dike. Li dora 2 mangê temenê wan hene.

Mixmixk bakteriyan digerînin