Liang Wudong

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Liang Wudong
Navê rastî
梁武东
Jidayikbûn1ê adara 1959an(1959-03-01)
Mirin25ê kanûna paşîn a 2020an (60 salî)
Wuhan, Hubei, Çîn
Sedema mirinêCOVID-19
PîşeDoktor (Bijîşkê pêşîn ê ku ji ber koronavîrusê mir)
biguhêreBelge

Liang Wudong (bi çînî: 梁武东; pinyin: Liáng Wǔdōng; jdb. adara 1959an – m. 25ê kanûna paşîn, 2020) doktorekî li Nexweşxaneya Xinhua ya Hubeiyê bû ku doktorê pêşîn bû yê ku ji ber COVID-19ê mir.[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Liang rêvebirê Departmana Otorînolarengolojiyê ya Nexwexaneya Entegre ya Dermanên Rojavayî û Çîniya Kevneşopî a Wîlayeta Hubeiyê (Nexweixaneya Xinhuayê) bû.[2] Di berê de nexweşiya wî ya arîtmî (arrhythmia) û fîbrîlasyona atriyal (atrial fibrillation) hebû. Di 16ê kanûna paşîn a 2020an de xwe nebaş hîs kir, ta û lerzê jiya. Çû Nexwexaneya Entegre ya Dermanên Rojavayî û Çîniya Kevneşopî a Wîlayeta Hubeiyê (Nexweixaneya Xinhuayê) û piştî skena tomografiyê xuya bû ku pişika wî spî ye û semptomên berçav ên enfeksiyona pişikê heye.[3] Piştî ku teşhîsa COVID-19ê hate kirin, ji bo tedawiya nexweşxaneyê wî li cihê îzolasyonê bicih kirin, û ji bo dewamkirina tedawiyê di 18ê kanûna paşîn ya 2020an de wî şandin Nexweşyaneya Jinyintan ya Wuhanê. Di 7ê sibehê ya 25ê kanûna paşîn ya 2020an de, Liang di 60 saliya xwe de mir.[4] Di 3ê adarê de Shanxi Zhendong Group Renai Angel Fund 100,000 yuanan ji bo malbata Liang Wudongê bexş kir, û 2,000 yuan jî ji bo debara wab bexş kirin.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "武汉医院告急 第一名医生殉职 中国军医团抵达增援". rfi (bi çînî). 25 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê di 29 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tebax 2020.
  2. ^ "武漢肺炎首位醫師殉職 62歲耳鼻喉科主任梁武東今晨不治". nownews.com (bi çînî). 25 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê di 29 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tebax 2020.
  3. ^ "封面报道之一 现场篇:武汉围城". weekly.caixin.com (bi çînî). 1 sibat 2020. Ji orîjînalê di 8 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tebax 2020.
  4. ^ "感染新型肺炎去世的医生梁武东为新华医院退休职工". 21jingji.com (bi çînî). 25 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê di 29 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tebax 2020.
  5. ^ "病毒无情,"天使"有爱,长江日报联合救助基金守护医护家庭". news.cjn.cn (bi çînî). 7 sibat 2020. Ji orîjînalê di 29 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tebax 2020.