Hubei

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hubei

Hubei (çînî: 湖北, Húběi) parêzgeheke ku li herêma navîn a Çînê ye. Ew navekî kevnar e ku ji dema Xanedana Qin ve heta niha hatiye bikaranîn. Navê Hubei tê wateya "bakurê golê" . Hubei li bakurê Gola Dongting e. Paytexta Hubeiyê Wuhan e.

Cîranên Hubeiyê li bakur Henan, li rojhilat Anhui, li başûr-rojhilat Jiangxi, li başûr Hunan, li rojava Chongqing û li bakur-rojava Shaanxi ye. Bendava sê Goravan (Three Gorges Dam), ku bendava herî mezin a dinyayê tê hesibandin li rojavayê Hubei yê li Yichangê ye. Beşeke mezin ji parçeyên hundir û rojhilatê Hubei, li ser rastiya Jianghanê ye. Ber bi rojava ve, erdnîgarî çiyayî ye û çend rêzeçiya hene, wek rêzeçiyayê Wudang.

Ji ber ku berê welatekî bi navê "Dewleta Chu" li vir hatiye damezrandin, bi awayeki ne fermî ji Hubei ra "Chu" jî tê gotin. Wekî din, Hubei bi gelemperî wekî "warê mesî û riz" tê binavkirin. Berhemên çandiniyê riz, genim, pembû û çay ye. Li Hubeiyê, pîşesaziya otomotîv û metalurjîk û tekstîl heye. Shennongjia ku herêma daristanî ya Hubeiyê ye, herêmeke girîng a çandî ye[1].

Rûerdê parêzgehê 185.900 km² ye, hejmara niştecîhan 58.500.000 e.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 nîsan 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 18 nîsan 2020


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.